Lawend Memûndî: Asmanê Iraqê hat vekirin û geştên asmanî tên destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komeleya Kompaniyên Balafirvanî û Geştiyariyê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, asmanê Iraqê bi rengekî fermî ji bo geştên asmanî hat vekirin û biryar e di çend rojên bê de geşt normal bibin.
Serokê Komeleya Kompaniyên Balafirvanî û Geştiyariyê li Heerêma Kurdistanê Lawend Memûndî îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî ku Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê biryara vekirina asmanê welatê xwe da, hemî hêlên asmanî ji bo destpêkirina geştên xwe ji bo balafirxaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê dest bi amadekariyan kiriye.”
Memûndî li ser dema destpêkirina geştan amaje da ku, tê çaverêkirin ku hêla asmanî ya Şahane ya Urdunî (Royal Jordanian) her îşev an sibe spêdê geştên xwe ji bo Hewlêrê dest pê bike. Herwesa biryar e ku kompaniya “Fly Erbil”ê jî di 11ê Nîsanê de geştên xwe ji bo Stenbol û Düsseldorfê dest pê bike.
Navbirî di derheqa Balafirxaneya Silêmaniyê de jî eşkere kir ku, kompaniya Fly Dubai biryar daye ku ji 13ê vê mehê ve geştên xwe ji bo herdu balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê bike; herwesa hêlên asmanî yên Iraq û Urdunê jî bi eynî awayî geştên xwe ji bo Silêmaniyê çalak dikin.
Serokê wê komeleyê bal kişand ser bandorên girtina asman di 40 rojên borî de û got: "Ji ber rawestandina geştan, her nivîsîngeheke geştiyariyê di navbera 10 heta 15 milyon dînaran de zirar dîtiye, ji bilî wê zirara mezin a ku gihîştiye balafirxane û kompaniyên xizmetan."
Lawend Memûndî di derheqa nirxê tikêtan de jî hişyarî li ser îhtîmala bilindbûna nirxan da û got: "Em pêşbînî dikin ku nirxê tikêtên balafiran bi rêjeya 20% bilind bibe, ev yek jî ji ber sê qat zêdebûna nirxê sotemeniya balafiran di sûkên cîhanê de û giranbûna xerciya piştrastbûnê (Insurance) ji ber nebûna tenahiyê û aloziya rewşa deverê."
Navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya kompaniyên geştiyarî û balafirvaniyê bike, ji ber ku ev sektor di dema her krîzekê de sektora yekê ye ku zirara mezin dibîne.