Dîndar Zêbarî: Qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên Enfalê berpirsiyariya hikûmeta federal e

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di salvegera 38ê ya pêvajoyên bednav ên Enfalê de, ku rejîma Beisê ya hilweşiyayî li dijî gelê Kurd kiribû, ragihand ku, tawana Enfalê wek tawaneke navneteweyî ya sîstematîk ne tenê binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan bû, belkî binpêkirina hemî peymannameyên navneteweyî jî bû.

Dîndar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku, civaka navneteweyî û mirovî îro li pêşberî birîneke kûr û çarenebûyî ye, ku pêdivî bi îtîrafpêkirineke tam heye wek jenosîdekê ku hebûna neteweyî û mirovî ya Kurd kiribû armanc.

Navbirî ron jî kir ku, dîrokê tomar kiriye ku tê de zêdetir ji 182 hezar mirovan li deverên Germiyan û Behdînan hatin şehîdkirin û windakirin; ji bilî windakirina 8 hezar Barzaniyan û kîmyabarankirina Helebceyê ku bû sedema şehîdbûna 5 hezar welatiyên bêguneh, tevî wê veguhastin û windakirina bi zorê ya ku li dijî Kurdên Feylî hatibû kirin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî di derheqa mafên qanûnî de tekez kir ku, li gorî destûra Iraqê û qanûnên navneteweyî, berpirsiyariya qanûnî ya rasterast ji bo qerebûkirina qurbaniyan û çarekirina zirarên madî û mînevî li ser milê hikûmeta federal e. Herwesa tekez jî kir ku, peydakirina dadperweriya veguhêz pêdivî bi pêngavên kiryarkî ji bo kêmkirina derdeseriyên kesûkarên qurbaniyan heye.

Dîndar Zêbarî amaje jî kir, “Em ligel aliyên peywendîdar ên navxweyî, nîştimanî û navneteweyî ji bo zanîna çarenivîsa windayan di hevahengiyeke berdewam de ne.”

Navbirî li ser nasandina wê tawanê li ser asta navneteweyî jî got: "Di çarçoveya bizavên me yên navneteweyîkirina vê dozê de, me li meha borî li Cinêvê bal kişand ser derdeseriyên Kurdan, bi taybetî jî di mijara windakirina welatiyên Kurdistanê de ku tawaneke dijî mirovahiyê ye li dijî sivîlan.”

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî eşkere jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bizav ji bo parastina mafên qurbaniyan û kesûkarên wan li gorî qanûnê kirine, da ku hemî ew tawanên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin li civaka navneteweyî bên naskirin û giringiyeke zêdetir bidin vê dosyeyê."

Dîndar Zêbarî tekez jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî xizmetkirina kesûkarên şehîdan e, bi rêya dokûmentkirina tawanên DAIŞê û dabînkirina xizmetkariyan, wekî wefayekê ji bo xwîna şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.