Civîna Çarçoveya Hevahengiyê hat paşxistin
Malikî şertên giran bo vekişîna ji berbijariya serokwezîrtiyê danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna Çarçoveya Hevahengiyê li mala Emar Hekîm, ji ber amadenebûna parek ji serkirdeyan û mezinbûna duberekiyan ji bo roja Şemiyê hat paşxistin. Ev jî piştî ku Nûrî Malikî şertên nû ji bo vekişîna ji berbijarbûna xwe pêşkêş kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) got, “Biryar bû îşev civîna lûtkeya aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li mala Emar Hekîm hatibam lidarxistin, lê berî destpêkirina wê civînê biryara paşxistina wê hat dan û ji bo roja Şemiya bê hat paşxistin.”
Li gorî zanyaran, sedema sereke ya paşxistina wê civînê ji bo amadenebûna hejmarek ji serkirdeyên bilind ên wê çarçoveyê û hebûna duberekiyên mezin li ser mijara berbijarê serokwezîrtiyê vedigere.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir ku, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî peyamek arasteyî serkirdeyên wê çarçoveyê kiriye û ragihandiye ku, nerazîbûna wî li ser vekişîna ji berbijariyê nîne, lê ev helwesta xwe bi du şertên sereke ve girê daye:
Şertê yekê: Divê kesekî nêzîkî wî ji bo wê postê bê berbijarkirin, ku ew jî Basim Bedrî ye.
Şertê duyê: Divê rê li berbijarkirina Mihemed Şiya Sûdanî û Heyder Ebadî ji bo wê postê bê girtin.
li gorî zanyarên Kurdistan24ê, niha Çarçoveya Hevahengiyê di nav xwe de rûbirûyî parvebûneke mezin bûye, bi taybetî di navbera eniya Nûrî Malikî û eniya Mihemed Şiya Sûdanî de.
Ev alozî jî bûne sedem ku gihîştina bi lihevkirineke bilez li ser diyarkirina kesê yekê yê hikûmetê wekî "karekî zehmet" bê dîtin û çav li benda civîna roja Şemiyê ne daku deriyek ji bo vê rewşa siyasî bê dîtin.