Rêber Ehmed: PDK beşdarî ti civînekê nabe ku li ser bingeha 'Rêkeftina Hotel Reşîd' be
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêber Ehmed, di konferanseke rojnamevanî de helwesta dawî ya PDKê derbarê pêkanîna îdareya parêzgeha Kerkûkê û encamên piştî hilbijartinan aşkere kir.
Rêber Ehmed diyar kir, divê hemû alî vegerin ser encamên hilbijartinan û rêzê li helwesta wan aliyan bigirin ku wekî serkeftiyên hilbijartinê hatine destnîşankirin. Herwiha ragihand: "Em wekî PDK, wekî aliyekî sereke di birêvebirina Kerkûkê de, her tim hêviya me ew bû ku îdareyeke şer’î li gorî daxwaz û xwesteka xelkê Kerkûkê were pêkanîn."
Endamê Komîteya PDKê bal kişand ser hewldanên wan ên berê û got: "Di wê çarçoveyê de, me li gel aliyên peywendîdar ên di nav Kerkûkê de komîteyeke danûstandinê pêk anî û çendîn civîn jî bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Federal hatin kirin. Armanca me ew bû ku têgehiştineke giştgir di navbera Kurd, Turkmen, Ereb û pêkhateya Mesîhiyan de çêbibe."
Derbarê wê rêkeftina ku li derveyî wê çarçoveyê hatiye kirin, Rêber Ehmed bi tundî rexne lê girt û got: "Ew rêkeftina ku çend grûp û aliyan li Hotel Reşîd pêk anîne û wekî 'Îdareya Hotel Reşîd' tê naskirin, li cem me bi her awayî hatiye redkirin. Her rêkeftinek li derveyî şeriyet û îradeya dengderên Kerkûkê be, ji bo PDKê nayê qebûlkirin."
Endamê Komîteya PDKê tekez kir: "Her tiştê ku li ser bingeha rêkeftina Hotel Reşîd were avakirin, em encamên wê red dikin û em bi ti awayî beşdarî ti civînekê nabin ku li ser wê bingehê hatibe birêkxistin." Herwiha got: "Helwesta PDKê ew e ku divê Kerkûk ji bo xelkê Kerkûkê be û ew îdareya li wir tê avakirin, nûneriya şeriyeta dengderên Kerkûkê bike."
Ji aliyekî din ve, Rêber Ehmed behsa êrîşên mûşekî û dronî yên dema borî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, Herêma Kurdistanê li navçeyê her tim faktora ewlehî û aramiyê bûye û ti carî nehatiye wê astê ku bibe gef li ser welatên cîran. Rêber Ehmed daxwaz kir ku êdî xaka Herêmê nebe meydana yeklakirina milmilaneyên siyasî, çunkî ew êrîş ji bilî ziyanên madî, bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên sivîl û ev yek nayê qebûlkirin.
Derbarê karûbarên navxwe yên Herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de, Endamê Komîteya Navendî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku rêzê li îradeya dengderan û encamên hilbijartinan bigirin. Her wiha got, pêwîst e danûstandin ji bo pêkanîna kabîneya dehem bên bilezkirin, da ku hikûmeteke bihêz were avakirin ku bikaribe xizmetguzariyan bi awayekî herî baş bigihîne welatiyan û parastina qewareya Herêma Kurdistanê bike.
Rêber Ehmed tekez kir, kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî pirsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, tenê di çarçoveya destûr û cîbicîkirina Madeya 140î de tên çareserkirin û PDK jî dê li ser wê helwesta xwe ya neteweyî û niştimanî berdewam bibe.