Kêmbûna sipîndaran kargehên Diyarbekirê vala hiştine

Diyarbekir (K24) – Di derbarê kêmbûna daristanên pîşesaziyê de tên bikaranîna, ji aliyê hilberên berhemên daran ve bo Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz raportek hat pêşkêşkirin. Di raportê de tê amajekirin ku divê dewlet piştgiriya darayî bo hilberan bide û bo zêdekirina daristanên pîşesaziyê jî xebatan bike. Kesên karê firotina berhemên daran dikin jî dibêjin bi taybetî kêmbûna sipîndaran dibe sedem ku ew nekaribin wek berê berheman bifiroşin.

Saziya Hilberên Dar û Daristanan a Rojhilat û Başûrê Rojhilatê (DOGAD) ragihand, di dema serdana xwe de raporek pêşkêşî Cîgirê Serokkomar û Serokê Saziya TARPOLê kirine. Di raporê de hatiye diyarkirin, ji ber pîşesaziya dar û daristanan, çiyayên Diyarbekirê rût bûne. Her wiha gotine: “Li herêmê zêdetirî 20 çiya û rêzeçiyayên mezin û piçûk hene, ji ber birîna daran nêzîkî %80ê wan rût bûne. Li hemberî vê birînê, ti siyaseteke ji nû ve çandina daran tune ye û ev yek dibe sedem ku hilberîna berhemên ji daran tên çêkirin raweste. Amadekarên raportê daxwaza çareseriyekê dikin.

Serokê Saziya Hilberên Dar û Daristanan a Başurê Rojhilat Mehmet Namet Anik ji K24ê re got: “Çandina darên Sipîndaran kêm bûne, em dixwazin di vî warî de dewlet çawa piştgiriya darayî dide hilberîna genim, pembû û garis, wisa piştgiriya darayî bide çandina sipîndaran jî. Darên Çamê 50 salan de digihîjin lê ev dar 5 salan de digihîjin û bo belavbûna daristanan jî baş in.”

Kesên ku bi salane berheman ji daran çêdikin û difiroşin dibêjin bi taybetî ji Herêma Kurdistan û gelek welatên Rojhilatanavîn daxwaza berhemên ji daran tên çêkirin heye lê berhem kêm in û bi daxwazan ve nagihîjin.

Karsaz Derwêş Yalçinkaya dibêje: “Ev 47 sal in ez vî karî dikim, ti caran berhem evqasî kêm nebibun, em berhem rêdikin bo zaxo silêmanî, daxwaz heye lê em nikarin dabîn bikin. Em dixwazin dewlet alîkariya me bike, kargeha me vala buye, berhem nemane.”

Di sala 2025an de ji Tirkiyeyê bihayê 10 milyar dolaran berhemên ji daran tên çêkirin hatine hinardekirin, lê ji ber ku daristanên qada pîşesaziyê de tên bikaranîn kêm dibin dibe ku dahata wê jî kêm bibe.