Lahur Şêx Cengî û Polad dest bi greva birçîbûnê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad, wekî nerazîbûnekê li hemberî rêkarên yasayî yên dosyaya wan û nebûna serweriya dadgehê, greva birçîbûnê ragihandin.
Serokê tîma parêzerên Lahur Şêx Cengî, Burhan Reşîd Gule îro 19ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, Lahur û birayê wî Polad di zîndanê de dest bi mangirtina ji xwarinê (greva birçîbûnê) kirine.
Li gorî gotinên parêzer Burhan Reşîd, sedema sereke ya vê biryarê ew e ku daxwaza wan a ji bo veguhestina dosyaya wan bo Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê nehatiye qebûlkirin. Parêzer destnîşan kir ku muwekîlên wî li hemberî şêweyê birêveçûna dozê û "neheqiya yasayî" ne razî ne.
"8 meh in em bi nehaqî girtî ne"
Lahur Şêx Cengî di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiriye, diyar kir ku ew 8 meh in "dûrî hemû urfên sazûmanî û yasayî" hatine girtin.
Lahur Şêx Cengî di peyama xwe de bi awayekî rasterast serokatiya YNKê tawanbar kir û got: "Ji bo ku dadgeh rêyeke yasayî bigire ber xwe, me heta niha sebir kir. Lê diyar e ku zextên Bafil Talebanî û Qubad Talebanî yên li ser dadgeh û saziyan, rêgir in li pêşiya veguhestina dosyaya me ya 'senaryoyî' bo Dadgeha Temîzê. Lewma min û kak Polad bi hev re biryar da ku ji îro ve dest bi greva birçîbûnê bikin, heta ku serweriya yasayê di dosyaya me de pêk tê."
Lahur Şêx Cengî tekez kir, ew ji bo pûçkirina senaryoyên li dijî wan, amade ne canê xwe bidin û got: "Em careke din amade ne serkêşî bi jiyana xwe bikin, da ku her kes zanibe we (serokatiya YNKê) ti rol û rûmet ji bo dadgeh û saziyên Silêmaniyê nehiştiye."