Dîndar Zêbarî: Kar bo rêkxistina karê rojnamevaniyê û modernkirina nasnameyan tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmet di bizavên berdewam de ye ji bo rêkxistina karûbarên Sendîkaya Rojnamevanan û cudakirina rojnamevanên pîşeyî, ew jî bi rêya sîstemeke elektronîk.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijara rêkxistina endamên sendîkayê û karê rojnamevaniyê de hevkar bûye.
Dîndar Zêbarî herwesa got: "Em li ser wê yekê berdewam in ku şêwirîn û danûstandin hebin; Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe di destpêka kabîneya nehê de rasterast bi rojnamevanan re di danûstandineke berdewam û vekirî de bûye."
Navbirî amaje jî da: "Di vê kabîneyê de me dest bi pêvajoya modernkirina nasnameyên endamên sendîkayê bi sîstemeke elektronîk kiriye. Ev jî mijareke girîng e, da ku rojnamevanê pîşeyî û yê pabendî etîka rojnamevaniyê ji yên din bê cudakirin."
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî li ser pîverên diyarkirina karê rojnamevaniyê jî ron kir ku hikûmet bi tenê şertan danane, belkî rênimayiyên navneteweyî hene ku divê kar pê bê kirin, ne ku tenê aliyekî hikûmî yan rojnamevan bi xwe pîveran diyar bikin.
Dîndar Zêbarî amaje jî kir ku li gorî wan datayên di destê wan de ne, heta niha 3400 endamên çalak wekî rojnamevanên çalak li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Behsa wê yekê jî kir ku dibe ev hejmar bê guhertin (zêde an kêm bibe), lê giringiya wê pêvajoyê di wê yekê de ye ku datayeke hûr û durist ji bo vî warî tê dabînkirin.