Şanoyeke kurdî li Bexdayê 4 xelatên giring wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanoya "Ew Mirovê Bûye Seg" ku derhênerê wê Berhem Ehmed e, di mîhrîcana salane ya Kolêja Hunerên Ciwan a Zanîngeha Bexdayê de serkeftineke mezin bi dest xist û 4 xelat wergirtin.

Derhêner Berhem Ehmed îro 3ê Gulanê ji Kurdistan24ê re ragihand, şanoya wan di dema 38emîn Xula Mîhrîcana Kolêja Hunerên Ciwan de hatiye nîşandan. Ehmed diyar kir, ji nava şeş şanoyên beşdar, berhema wan karîbû çar xelatên herî giring ên mîhrîcanê wergire.

Xelatên hatine bidestxistin ev in:

- Xelata Derhênerê Herî Baş (Berhem Ehmed).

- Xelata Lîstikvanê Herî Baş.

- Xelata Lîstikvana Alîkar a Herî Baş.

- Xelata Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş.

Derhêner Berhem Ehmed behsa naveroka şanoyê kir û got, çîrok li ser jiyana mirovekî hejar e ku di nav civakê de hatiye piçûkxistin. Ev mirov ji bo debara jiyana xwe têdikoşe, lê her tim rûbirûyî neheqî, sivikayî û zilma civakê dibe. Bi derbasbûna demê re, fişarên derûnî wisa lê dikin ku ew xwe wekî "seg" dibîne û civak jî bi heman awayî serederiyê pê re dike.

Berhem Ehmed derbarê peyama hunerî ya şanoyê de wiha axivî: "Min di vê şanoyê de bi awayekî sembolîk rexneyeke tund li civakeke sitemkar girt; civakeke ku dikare rûmet û mirovahiya kesekî ji nav bibe. Me xwast em kêşeyên wekî hejarî û bêkariyê derxin pêş."

Derhêner tekez kir, ev berhem ne tenê karekî hunerî ye, lê bangeke civakî ye ji bo ramîna li ser mirovahî, edalet û rûmeta mirovan. Ehmed spasiya hemû ekîba şanoyê kir û hêvî xwast ku di pêşerojê de beşdarî mîhrîcanên navdewletî bibin.

Şanoya "Ew Mirovê Bûye Seg" ji aliyê nivîskarê Arjantînî Osvaldo Dragun ve hatibû nivîsandin û ji aliyê Berhem Ehmed ve hatibû amadekirin û derhênan.