Bedrî Ayselî: Sûr mînaka herî xurt a çanda pêkvejiyanê ye
Diyarbekir (K24) – Muzîkjen Bedrî Ayselî yê ji nava Sûra Diyarbekirê ye û demeke dirêj e hunera xwe didomîne, balê dikêşe ku navçeya Sûrê mînaka herî xurt a çanda pêkvejiyanê ye ku bi salane ji gelek neteweyên cuda hunermendên navdar ji Surê derketine ku heta dengbêjên suryanî jî jê derketine. Ji bo xwedîlêderketina çanda pêkvejiyanê û danasîna mîrata çandî ya Sûrê niha Mala Çandê Bedrî Ayselî jî hatiye avakirin ku avahiyek bi her awayî nuneriya mîmariya dîrok û çanda Sûrê dike ye.
Di dîrokê de yekem strana kurdî ya bi plakê hatî tomarkirin di sala 1916an de ji aliyê Xosrof Malul ve hatiye gotin, navê stranê jî çemê sînaniyê ye ku Xosrof Malul suryanîyek ji nav Sûrê ye, di sala 1881ê de li Sûrê hatiye dinê û bi salan li nav Sûrê esnaftî kiriye. Ev yek mînaka çanda dêrîn a pêkvejiyanê ya Sûrê ye ku piştî 110 salan vê carê jî muzîkjenê Ermenî yê 50 sal zêdetir e hunera xwe didomîne Bedrî Ayselî li Sûrê di hewşa mala xwe de strana Feqiyê Teyran Ey Dîlberê dibêje. Bedrî Ayseliyê li nav Sûrê hatiye dinê dibêje Sûr ji aliyê çanda pêkvejiyanê ve di cîhanê de xwedî cihek taybet e.
Muzîkjen Bedrî Ayselî ji Kurdistan24ê re got: “Ma ez çi bêjim derbarê sûrê de. Dema têm nav sûrê ez lal dibim, zaroktiya min tê bîra min, dê û bavê min, xwişk û birayên min, hevalên min tên bîra min, serpêhatiyên rojên xweş û nexweş tên bîra min. Dengê zengila Dêrê û banga mizgeftê tevlihev dibun. Dema ez demeke dirêj ji Sûrê dur dikevim bêhna min teng dibe. Sûr çavkaniya enerjiya jiyanê ye bo min. Ez di sala 1946an de li Xançepek a Sûrê hatime dinê.”
Bedrî Ayselî yê ku di heman demê de bijişkê diranan bu di jiyana xwe ya hunerê de 8 band, 17 plak, 6 CD derxistine û di 3 fîlmên sînemayê de jî leyîstiye ku di fîlmek a Yilmaz Guney de jî cih girtiye. Niha jî ji bo ku li ked û xebatên Bedrî Ayselî xwedî were derketin li nava Sûrê Mala Çandê ya Bedrî Ayselî hatiye vekirin. Damezrênerên Mala Çandê dibêjin ew dixwazin kesayetên wek Bedrî Ayselî ji aliyê nifşên pêşerojê ve jî werin nasîn.
Damezrênerê Mala Çandê Ya Bedrî Ayselî Edîp Paçal dibêje: “Ji sala 2008ê ve projeyek wisa di serê me de hebu û sala borî de di Mîhrîcana Rêya Çandê Ya Sûrê de me karî Mala Çandê Ya Bedrî Ayselî bidin vekirin. Xeyalek me bû û me pêk anî, ev avahî rewşek gelek xirap de bû. Me li gorî rewşa resen restore kir, em spasiya saziyên fermî dikin ku alîkartiya me kirin. Bedrî Ayselî nunertiya çanda pêkvejiyanê ya Sûrê dike, nunertiya çanda kurdî, tirkî, Ermenî û suryanî dike.”
Muzîkje Bedrî Ayselî yê ku temenê wî gihştiye 80yê dibêje heta ji destê wî bê û jiyana wî têrê bike ewê li ser nunertiya çanda sûrê berdewam be.