Metîner: Pêvajo berdewam e û dê ser bikeve
Stenbol (K24) – Parlamenterê berê yê AK-Partiyê û siyasetmedarê diyar ê Tirkiyeyê Mihemed Metîner rexne li Murat Karayilan girt ku gotibû “pêvajo hatiye rawestandin.” Li gor Metînerî pêvajo berdewam e û divê PKK guh bide Serokê xwe Ocalan û hemû çekan bêmerc deyne. Divê dewleta Tirkiyeyê jî yasaya taybet bo pêvajoyê jî di zûtirîn dem de rabigihîne.
Komeleya Yekîtî û Demokrasiyê (DEMBÎR-DER) civata xwe ya asayî çêkir û takemijara civatê pêvajoya aşitiyê bû. Serokê komeleyê rexne li daxuyaniyên Murat Karayilan ku gotibû “pêvajo hatiye rawestandin” girt û got, divê PKK xwe bi demê ve mijûl neke û wekî di banga Ocalan de ji PKKê hatibû xwestin bêşert û merc çekan deyne.
Serokê DEMBÎR-DER’ê Mihemed Metîner wiha ji Kurdistan24ê re axivî: “Pêvajo berdewam e. Lê divê were dîtin û piştrastkirin ku PKK dest ji çekan berdaye. Asta hestiyar ku me berdewam tekezî li ser dikir ev mijar bû. Gavên diyar dê bihatana avêtin û yasaya taybet jî dê bihata ragihandin heke dewleta Tirkiyeyê ji çekdanîna PKKyê piştrast bûbaya. Lê li cem dewletê têbiniyek wisa heye ku PKK dest çekan bernade an jî naxwaze berde. Li gor min pêvajo wekî ku Karayilan dibêje, ranewestiyaye. Berdewam e û dê serbikeve.”
Hejmarek siyastmedar û şîrovekarên siyasî jî di civatê de amade bûn û ew jî di wê baweriyê de ne ku pêvajo berdewam e lê bûyer û pêşhatên li navçeyê destê hikûmeta Tirkiyeyê dereng dixe.
Şîrovekarê Siyasî Newzat Çîçek dibêje: “Li gor min divê berî her tiştî ev yasaya tabet a bo pêvajoyê derkeve. Ez meha Gulanê ji bo pêşveçûna pêvajoyê hestiyar dibînim û dê di vê mehê de hin gav werin avêtin daku baweriyê bo pêvajoyê bihêztir bibe. Jixwe nabe gav dereng bikevin. Eger na pêvajo dikarê jehrî bibe. Ev bawerî jixwe li Suriyeyê çêbû û gihişt heta astekê. Pirsa Îranê meseleye hinek dereng dixe. Lê ez geşbînim ku encamek xêrê ji pêvajoyê derkeve.”
Di dawiya civatê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî hate kirin ku, yasaya taybet bi pêvajoyê were derxistin û zindaniyên siyasî bên azadkirin û destûreke nû were çêkirin.