Çend mûşek û dron ji Îranê ber bi Îmaratê ve hatin avêtin

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê sedema wan dengên bilind ên li çend deverên cuda cuda yên wî welatî tên bihîstin eşkere kir û ragihand: “Ew deng encama têkbirina wan mûşekên balîstîk û dronan in ên ku ji aliyê Îranê ve arasteyî welatê me hatine kirin.”

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku niha pergalên berevaniya asmanî yên wî welatî mijûlî serderîkirin û têkbirina hejmareke êrişên bi mûşek û dronan in, ku ji axa Îranê ve hatine arastekirin.

Wezareta navbirî di daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê jî kiriye ku hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne û diyar kir: "Ew dengên bihêz ên ku li deverên cuda cuda yên Îmaratê tên bihîstin encama rasterast a çalakbûna pergalên berevaniya asmanî yên Îmaratê ne di dema rûbirûbûn û têkbirina wan mûşekên balîstîk, krûz û dronan de ku arasteyî welatê me hatine kirin."

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê piştrastî jî da welatiyan û şêniyên welatê xwe, ku hêzên wan ên çekdar şiyanên temam ji bo parastina ewlehiya neteweyî û rûbirûbûna her gefeke li ser serweriya axa welatê wan hene, û daxwaz jî kir ku welatî ji bo wergirtina zanyarên rast pişta xwe bi çavkaniyên fermî germ bikin.

Di demên dawiyê de, bi zêdebûna aloziyên li devera Kendavê re, welatên wekî Îmaratê girîngiyeke mezin didin bihêzkirina pergalên xwe yên berevaniya asmanî. Sîstemên berevaniya asmanî yên mîna "Patriot" di têkbirina mûşek û dronên ku ji derveyî sînorên welatan tên şandin de roleke serekî ji bo parastina ewlehiya axa welatan û jêrxaneya wan dileyizin.