Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê aştî û aramiya deverê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Îmaratê re êrişên vê dawiyê yên li ser Îmaratê şermezar kirin û tekez li ser tenahiya deverê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Sêşem, 5ê Gulana 2026ê) bi rêya telefonê bi Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re axivî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Dewleta Îmaratê li ser zêdetir bihêztirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê de û pêşveçûnên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê nîqaş kirin.
Di pareke din a wê peywendiyê de, Serokê Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Dewleta Îmaratê tekez kir û êrişên vê dawiyê yên li ser Îmaratê şermezar kirin, û herdu aliyan tekez li ser pêdivîtiya tenahî û aramiya deverê kir.
Di salên dawiyê de, bi zêdebûna aloziyên ewlehiyê li devera Kendavê re, Îmarat bûye armanca çend êrişên bi mûşek û dronan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim piştevaniya tenahiyê û parastina serweriya dewletên dost kiriye, ji bo pêşîgirtina li berfirehbûna şer û aloziyan li Rojhilata Navîn.
تباحثنا في اتصال هاتفي مع اخي صاحب السمو الشيخ محمد بن زايد آل نهيان، رئيس دولة الإمارات العربية المتحدة، بشأن سبل تعزيز العلاقات بين إقليم كوردستان ودولة الإمارات، إلى جانب مناقشة آخر مستجدات الأوضاع في العراق والمنطقة.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 5, 2026
كما أعربنا عن دعمنا لدولة الإمارات وإدانتنا للهجمات…