DEM Partî bi rojeva proseya aştiyê û statuya Ocalan civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Rêvebir a Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên dawî yên siyasî, pêvajoya aştiyê û amadekariyên kongreyê li Enqerê civiya.
Komîteya Rêvebir a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro (06.05.2026) li Enqerê bi serokatiya Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de civiya.
Di civîna ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê birêve diçe de, mijarên sereke, geşedanên dawîn yên siyasî, Proseya Civaka Demokratîk û Aştiyê, nîqaşên ser statuya rêberê PKKê Abdullah Ocalan û amadehiyên kongreye ne.
Di vê çarçoveyê de, pêşketinên di nav pêvajoyê de dê rojeva sereke ya civînê be. Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê jî dê li ser xebatên ku di pêvajoya 1ê Gulanê de hatine kirin pêşkêşiyekê zanyariyan bike.
Herwiha tê payîn ku di civînê de plansaziyeke 15 rojî jî bê amadekirin