Li Sûriyeyê bihayê sotemeniyê hat zêdekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Petrola ya Sûriyeyê (SPC) bihayê hemû cureyên sotemeniyê li seranserê welat di navbera %17 û %30 de zêde kir. Ev biryar bûye sedema nîgeraniyeke mezin ên derbarê giranbûna nirxê xwarin û veguhastinê de.
Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê îro 7ê Gulanê, bi daxuyaniyeke fermî lîsteya nû ya nirxên sotemeniyê ragihand. Ev guhertina yekem e di nirxên bi dolar de ku ji Mijdara 2025an ve hatî kirin. Zêdebûnê bandor li ser mazot, benzîn û gaza malan û ya pîşesaziyê kiriye.
Lîsteya nû ya nirxan li gorî daxuyaniyê wiha ye:
- Mazot: Nirxê lîtreyekê ji 0.75 dolarî bû 0.88 dolar (Zêdebûn: %17.3).
- Benzîna "Oktan 90": Nirxê lîtreyekê ji 0.85 dolarî bû 1.1 dolar (Zêdebûn: %29.4).
- Benzîna "Oktan 95": Nirxê lîtreyekê ji 0.91 dolarî bû 1.15 dolar (Zêdebûn: %26.4).
- Gaza Malan: Nirxê butlekê ji 10.5 dolarî bû 12.5 dolar (Zêdebûn: %19).
- Gaza Pîşesaziyê: Nirxê butlekê ji 16.8 dolarî bû 20 dolar.
Giranbûneke giştî li ber derî ye
Pisporên aboriyê hişyariyê didin ku ev zêdekirina bihayê sotemeniyê dê bibe sedema pêleke nû ya giranbûnê di bazaran de. Ji ber ku veguhastina kelûpelan, kargeh û berhemên çandiniyê bi temamî girêdayî sotemeniyê ne, tê çaverêkirin ku nirxê xwarin, cilûberg û xizmetguzariyên giştî jî bi heman rengî zêde bibin.