Erman Topçû: Serdana Mesrûr Barzanî di demeke hestiyar û girîng de pêk hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu ragihand, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê di demeke "hestiyar û girîng" de hatiye kirin û wekî "xwîneke nû" ji bo geşepêdana têkiliyan bi nav kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu îro 10 Gulanê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê behsa girîngiya serdana fermî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Stenbolê kir.

Erman Topçu diyar kir ku serdana Mesrûr Barzanî di warê dem û wextê de pir girîng bû û got: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Tirkiyê siyasetmedarekî rêzdar e û ji aliyê Serokkomarê me ve bi germî hat pêşwazîkirin."

Konsulê Giştî destnîşan kir ku di vê serdanê de bi awayekî berfireh hevdîtin bi wezîrên Derve, Parastin û Enerjiyê re hatine kirin. Topçu got: "Vê serdanê derfetekî girîng afirand ku rewşa herêmê, pêşhatên nû û siyaseta navxweyî ya Iraqê bi awayekî giştgir werin nirxandin. Têkiliyên me di siyaseta derve ya Tirkiyê de xwedî rehendeke taybet in û di asteke bilind û awarte de ne."

Topçu bal kişand ser kûrahiya têkiliyên dîrokî û civakî û weha pê de çû: "Em li ser vê axê bi her du pêkhateyên xwe ve birayên hev in. Têkiliyên me piralî ne. Serdanên di asta serokatiyê de nîşan didin ku têkiliyên me di çi astê de ne û divê em di kîjan waran de zêdetir kar bikin. Her hevdîtinek xwîneke nû û enerjiyeke nû dide peywendiyên me."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Şemiyê 9ê Gulana 2026an bi serdaneke fermî gihîşt Stenbolê. Di çarçoveya vê serdanê de, Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar re zincîreyek hevdîtinên girîng pêk anîn.