Serokkomariya Tirkiyeyê civîna bi Mesrûr Barzanî re wekî ‘westgeha giring’ a hefteyê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Serokkomariya Tirkiyeyê, kurteya herî girîng a çalakî û hevdîtinên dîplomatîk ên hefteya borî yên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan belav kir. Di nav van xebatan de, hevdîtina bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re wekî yek ji westgehên herî giring ên hefteyê hat destnîşankirin.

Serokkomariya Tirkiyeyê îro 11ê Gulana 2026an, li ser platforma "X"ê vîdyoyek belav kir ku tê de giringtirîn dîdarên dîplomatîk ên Erdogan ên heft rojên borî hatine komkirin. Hevdîtina roja 9ê Gulanê ya li gel Mesrûr Barzanî li Qesra Dolmabahçeyê, di lîsteya seredanên asta bilind de, wekî xaleke sereke cih girt.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 9ê Gulanê bi serdaneke fermî gihîştibû Stenbolê û li Koşka Dolmabahçeyê ji aliyê Erdogan ve hatibû pêşwazîkirin. Di civînê de, Wezîrê Derve Hakan Fidan, wezîrên enerjî û berevaniyê û berpirsê hewlgiriya Tirkiyeyê (MÎT) jî amade bûn.

Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê rola Erdogan û Tirkiyeyê ya di parastina aştiya navçeyê de da. Ji aliyê xwe ve, Serokkomar Erdogan jî Herêma Kurdistanê wekî "faktoreke girîng a aştî û aramiya navçeyê" pênase kir.

Di beşeke din a civînê de, avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hat gotûbêjkirin. Her du aliyan hêvî xwast ku hikûmeta nû ya Bexdayê, bibe sedema aramiya Iraqê û kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.

Xaleke din a giring a hevdîtinê "Pêvajoya Aştiyê" û mijara çekdanîna PKKê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo vê pêvajoyê dubare kir. Serokkomar Erdogan jî tekezî li ser giringiya berdewambûn û serxistina vê pêvajoyê kir, da ku encamên aştiyane jê derkevin.