Samanê kaptinê berê yê tîma neteweyî ya Îranê hat bindestkirin

Elî Kerîmî
Elî Kerîmî

Navenda Nûçeyan (K24) - Tolhildana siyasî ya Tehranê gihîşt asteke nû; piştî bidawîbûna şerê herêmî, Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku ji ber dijberiya li hember Komara Îslamî, wan milk û samanên kaptinê berê yê tîma neteweyî ya futbolê ya welatê xwe bindest kirine.

Desthilata Dadweriyê ya Îranê îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) bi rengekî fermî belav kir ku wan destê xwe daniye ser şeş milkên kaptinê berê yê tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê Elî Kerîmî, ku niha li derveyî welatê xwe dijî.

Desthilata Dadweriyê ya Îranê pêştir jî gelek caran hişyarî dabû ku ew kesên li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê kar dikin, serwet û samanên wan dê bên bindestkirin. Ev biryara dadweriya Îranê piştî rawestandina şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê tê.

Ajansa "Mîzan"ê ya girêdayî Desthilata Dadweriyê ya Îranê bicihanîna biryara bindestkirina milkên Elî Kerîmî weşand û ew wekî "yek ji xayinên welat" bi nav kir; hevdem kaptinê berê yê tîma neteweyî bi alîkarîkirina dijmin di van salên dawiyê de tohmetbar kir.

Herwesa ajansa dadweriya Îranê li ser wan şeş milkên ku hatine bindestkirin jî eşkere kiriye ku du ji wan milkên bazirganî ne û çarên din jî yekîneyên xwecihbûnê ne, ku bi fermana dadwer "ji bo berjewendiya gelê Îranê" hatine bindestkirin.

Elî Kerîmî ji sala 2022ê ve, piştî aloziyên navxweyî yên Îranê, ji welatê xwe derketiye. Li gorî zanyarên ajansa "France-Presse"ê, ew niha li yek ji welatên Kendavê xwecih e, lê heta amadekirina vê nûçeyê jî tu daxuyanî li ser biryara bindestkirina serwet û samanên xwe nedaye.