Li çaksaziyên Herêma Kurdistanê 628 xwendekar hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Zindan dibin dibistan; li Herêma Kurdistanê 628 girtî bi perwerdehiya "Xwendina Bilez" bizavê dikin paşeroja xwe biguherînin, ku 200 ji wan xwendekarên zanîngehê ne.
Rêveberê Giştî yê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman Baban îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Ligel destpêkirina ezmûnên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nav çaksaziyan de jî ezmûnên xwendekaran tên kirin."
Rêveberê Giştî yê Çaksaziyan herwiha got: "Li her şeş çaksaziyan 628 xwendekar hene. Ji wê hejmarê 200 xwendekar li zanîngeh û peymangehan dixwînin. Hemî xwendekar li gorî bernameyên Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind dixwînin, lê pabendî qanûnên nav çaksaziyê ne."
Îhsan Ebdulrehman Baban diyar jî kir ku duhî Yekşemê ligel destpêkirina ezmûnan li derve, li nav çaksaziyan jî ew pêvajo bi rêkûpêkî hatiye destpêkirin, lê ew bi pergala "Xwendina Bilez" (du sal di salekê de) dixwînin.
Navborî di derheqa xwendina jinan de jî eşkere kir ku li hemî çaksaziyan keç û jin jî wekî mêran dixwînin. Herî zêde xwendekarên jin li Hewlêr û Silêmaniyê ne; berê li çaksaziyê Dihokê nebû lê niha li çaksaziya Dihokê jî keç û jin dixwînin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî li ser baştirkirina rewşa girtiyan kar dike û mafê xwendinê û gelek mafên din jî ji bo wan dabîn kirine.