Kurd ji biryara Şamê ya "waneya bijare" ne razî ne: Zimanê Kurdî divê bibe fermî

Qamişlo (K24) – Serokê Sûriyeyê bi biryarnameyeke komarî, biryar daye ku di hefteyê de tenê du saet dersên zimanê Kurdî di sîstema xwendinê de werin dayîn. Lê belê, zimanzan û saziyên perwerdehiyê yên li Rojavayê Kurdistanê vê yekê red dikin û tekez dikin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiya bi Kurdî bi temamî were qebûlkirin.

Mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî careke din bûye rojeva sereke ya bajarên Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku hikûmeta Şamê amadehiya xwe nîşan daye ku du saetan di hefteyê de ji bo fêrbûna Kurdî veqetîne, lê saziyên Kurdî vê yekê wekî "gavên sembolîk" dibînin ku daxwazên miletê Kurd bicih nayînin.

Zimanzan Ferîd Mîtan ji Kurdistan24ê re bal kişand ser giringiya ziman a ji bo nasnameya neteweyî û got: "Ji bo me wekî Kurd, ziman pîvaneke sereke ye ya azadî û demokrasiyê. Mafê gelê Kurd heye ku li ser axa xwe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û perwerde bibe. Divê zimanê Kurdî di perwerdehiyê de bibe zimanekî sereke û fermî."

Danûstandin û Astengiyên li Ber Fermîbûnê

Zêdetirî salekê ye ku şandeyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê li ser mijara perwerdehiyê dicivin, lê heta niha encamên zelal derneketine. Yek ji daxwazên sereke yên Kurdan, naskirina bawernameyên dibistan û zanîngehên herêmê ye ku bi zimanê Kurdî perwerde didin.

Endama Komîteya Danûstandinan Viyan Hesen li ser vê mijarê diyar kir ku ew ne li dijî minhaceke yekgirtî ji bo Sûriyeyê ne, lê bi şertekî: "Şertê me ew e ku ev mînhac bi zimanê Kurdî jî were amadekirin. Mixabin piştî gelek civînan, hîn jî hikûmet li ser hinek xalan dilteng e û dosya perwerdehiya bi Kurdî li cihekî radiweste."

Xwepêşandanên ji bo Zimanê Dayikê

Di van rojan de li piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê, welatî li dijî siyaseta hikûmetê derdikevin kolanan. Gelek ciwan û xwendekar daxwaz dikin ku zimanê Kurdî ne tenê wekî dersên bijare yan du saetên demkî, lê wekî zimanê perwerdehiyê di hemû qonaxên xwendinê de cih bigire.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê tekez dikin ku têkoşîna wan a ji bo zimanê dayikê dê berdewam be, heta ku ev ziman di perwerdehiya fermî ya Sûriyeyê de were pejirandin.