Trump: Kesê duyem ê DAIŞ'ê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, di encama operasyoneke hevpar a hêzên Amerîka û Nîjeryayê de, kesê duyem ê rêxistina DAIŞê Ebû Bîlal Mînkî hatiye kuştin.

Donald Trump îro 16ê Gulanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" belav kir, hêzên çekdar ên Amerîkayê bi hevkariya hêzên Nîjeryayê û li ser fermana wî, operasyoneke "gelek aloz û hûr" pêk anîne, daku "terorîstê herî metrsîdar ê cîhanê" li eniyên şer ji nav bibin.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewildanên veşartina vî serkêşê DAIŞê û got: "Ebû Bîlal Mînkî ku li ser asta cîhanê wekî kesê duyem ê DAIŞê dihat naskirin, digot qey dikare li Afrîkayê xwe veşêre. Lê belê ew ne agahdar bû ku çavkaniyên me bi hûrî çavdêriya hemû liv û tevgerên wî dikirin."

Trump destnîşan kir, bi kuştina Mînkî re, êdî xelkê Afrîkayê rastî terora wî nayên û wî naxwaze êdî planên êrîşê li dijî Amerîkiyan amade bike. Serokê Amerîkayê tekez kir, jinavbirina Ebû Bîlal Mînkî bûye sedema "daketineke berçav" di operasyonên DAIŞê de li seranserê cîhanê.