Îran, Amerîka û Îsraîlê bi êrîşkirina ser welatên herêmê tometbar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî leşkerî yê Îranê ragihand, Amerîka û Îsraîl hewl didin ji krîza agirbestê rizgar bibin û ji bo vê yekê plan dikin ku êrîşî welatên navçeyê bikin û tawanê bixin stûyê Îranê.

Televîzyona fermî ya Îranê, li ser zarê berpirsekî leşkerî yê agahdar belav kir, Amerîka û Îsraîl, ji bo derketina ji krîza ku tê de ne, li pey planên nû ne û hişyarî da hemû aliyan ku nekevin nav "xefka dijmin." 

Herwiha daxwaz kir ku welat û aliyên herêmî xwe ji helwestên serkêşane û daxuyaniyên bêserûber dûr bixin, da ku rewşa navçeyê hîn alozter nebe û rê li ber "teqîna rewşê" were girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Amerîka û Îsraîl, dixwazin bi rêya operasyonên neyasayî yên li dijî welatên navçeyê, Komara Îslamî ya Îranê wekî berpirs nîşan bidin. Li gorî berpirsê Îranî, armanca van her du welatan ew e ku bi vî rengî ji krîza ku ji ber sûc û destdirêjiyên wan çêbûye, rizgar bibin.

Berpirsê leşkerî yê Îranî tekez kir, Îran di rûbirûbûna destdirêjiyan de "aliyê serkeftî" bûye û planên Îsraîlê yên li navçeyê şermezar kirin. Careke din bang li hemû lîstikvanên navçeyê kir ku bi hişyariyeke mezin nêzîkî geşedanan bibin û nebin amûrê planên Washington û Tel Avîvê.