Barcelona rekoreke nû tomar kir: Li Nou Campê 19 ji 19
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelonayê, piştî ku li qada xwe Real Betîs bi (3 – 1) têk bir, di dîroka Lîga Spanyayê (La Liga) de rekoreke bêhempa û nû tomar kir. Barcelona bû yekem tîm ku di sezonekê de hemû maçên li qada xwe qezenc dike.
Barcelona şeva borî 17ê Gulanê bi serkeftina li hemberî Real Betîsê re, sezona xwe ya li Nou Campê bidawî kir û hemû pûanên ku pêkan in kom kirin. Tîma ku di bin serokatiya rahênerê Alman Hansi Flick de lîst, ji 19 maçên ku li qada xwe lîstine, her 19 maç jî qezenc kirin.
Li gorî tora amaran a cîhanî "Opta", Barcelona bi vê encamê rekora hevrikê xwe yê herî mezin Real Madrîdê şikand. Real Madrîdê di sezona 1985-1986’an de hemû maçên xwe yên li qada xwe qezenc kiribûn, lê wê demê li lîgê, tenê 17 maçên malê hebûn. Barcelona bi 19 serkeftinan, ev rekor bir asteke bilindtir.
Di bin sîwana Hansi Flick de, "Blaugrana" li Nou Campê bû kelayeke nedihat girtin. Tîmê di van 19 maçên li malê de, 57 gol tomar kirin û tenê 10 gol di keleha xwe de dîtin. Ev amara nîşan dide ku tîmê di warê êrîş û parastinê de hevsengiyeke pir xurt ava kiriye.
Ev sezona dîrokî, ji bo alîgirên Barcelonayê wateyeke mezin hildigire. Ji ber ku Barcelonayê şampiyoniya xwe ya La Ligayê jî li qada xwe û di maça "El Clasico" de li hemberî Real Madrîdê bi fermî ragihandibû.
Barcelona dê maça xwe ya dawî ya lîgê, roja Şemiya bê li derveyî qada xwe, li stadyuma Mestalla li hemberî Valenciayê bilîze, da ku dawî li vê sezona serkeftî bîne.