Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê destûra kirîna petrola Rûsyayê dirêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destûreke giştî ya demkî ya kirîna petrola Rûsyayê bo dema 30 rojên din dirêj kir, bi merema alîkarîkirina wan welatên ku ji aliyê enerjiyê ve bêdesthilat û hejar in.
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî ragihand: "Ev dirêjkirina destûrê nermî û hêsankariyeke zêdetir di warê enerjiyê de dabîn dike. Em li gel wan neteweyan bo dayîna destûrên taybet li gorî pêdivîtiya wan kar dikin.”
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê herwesa got: “Ev destûra giştî dê bibe alîkar bo seqamgîrkirina bazara petrola xav û misogerkirina gihîştina sotemeniyê bo wan welatên ku herî zêde di qeyranê de ne."
Astengkirina Pîlanên Çînê bo Komkirina Petrolê
Scott Bessent armanceke din a stratejîk a vê biryara Waşintonê eşkere kir û tekez kir ku ev pêngav dê bibe sedema guhertina arasteyê dabînkirina petrolê bo wan welatên ku pêdivîtiya wan pê heye, bi rêya "kêmkirina şiyana Çînê bo komkirin û embarkirina petrola Rûsyayê bi nirxê kêmkirî (erzan)."
Ev biryara nû ya Amerîkayê di demekê de ye ku ji ber aloziyên serbazî yên Rojhilata Navîn û girtina Tengava Hurmizê, bazara cîhanî ya enerjiyê tûşî şokeke mezin bûye. Waşinton bizavê dike bi rêya petrola Rûsyayê zextên li ser welatên jar kêm bike, bi wî şertî ku Çîn nebe mifadara serekî ji nirxên erzankirî yên Rûsyayê.