Pizîşkiyan: Em li bin tu zextekê paşve naçin

Mesûd Pizîşkiyan
Mesûd Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê ragihand ku welatê wî tenê bi rûmet, deshilat û parastina mafên qanûnî yên gelê xwe diçe nav danûstandinan. Tekez jî kir ku "danûstandin bi manaya xwebidestveberdanê nîne" û li bin tu zextekê paşve naçin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” li ser pêvajoya danûstandinan belav kir û ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê bi şanazî û deshilat ve diçe nav danûstandinan û tu carî dest ji mafên neteweya xwe bernade.

Pizîşkiyan tekez jî kir: "Danûstandin bi manaya xwebidestveberdanê nîne.” Amaje jî da ku Komara ÎSlamî ya Îranê dê li ser parastina mafên neteweyî xwe berdewam be. herwesa got: “Em bi rûmet, deshilat û parastina mafên neteweyî diçin nav danûstandinan.”

Navborî hişyarî jî da ku welatê wî di bin tu zext û şertan de amade nîne ji mafên qanûnî yên xelk û nîştimanê paşve biçe. Herwesa nivîsiye: "Em bi lojîk û bi hemî şiyana xwe ve heta dawiyê xizmeta gel dikin û berjewendî û rûmeta Îranê diparêzin."

Ev daxuyaniyên tund ên Pizîşkiyan di demekê de ne ku her îro malpera Amerîkayî ya "Axios"ê eşkere kiriye ku ew pêşniyara edilandî ya Îranê, ku Yekşemê bi şev bi rêya navbeynkariya Pakistanê gihîştiye destê Amerîkayê, tenê hinek guhertinên bi ser ve tê de hene.

Li gorî raporta “Axios”ê, herçend e Tehranê di tekista nû de tekez kiriye ku ew li pey çekê atomî nagere, lê tu sozên ron û eşkere tê de nînin li ser rawestandina dewlemendkirina uranyumê yan danedesta paşkeftên uranyuma dewlemendkirî yên niha bo Amerîkayê. Ev di demekê de ye ku ajansa "Reuters"ê ji zarê çavkaniyeke Pakistanî hişyarî dabû ku wextê her du aliyan bo nêzîkkirina nêrînan pir kêm maye.

Tevî astengiyan, asoyên dîplomasiyê bi temamî nehatine girtin. Çavkaniyekê ji ajansa "Tasnîm"ê ya Îranî re ragihand ku aliyê Amerîkayî, berevajî tekista û pêşniyarên pêştir, di vê tekista nû de razî bûye ku di dema birêveçûna qonaxên danûstandinan de, bi awayekî demkî cezayên li ser petrola Îranê "bicemidîne" daku şansekî bide gihîştina bi fêmkirina dawiyê.