Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî alîkarî li ser nêzîkî 4 hezar rizgarbûyîyên Êzidî tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêriya Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya parvekirina alîkariyan li ser rizgarbûyîyên Êzidî yên destê DAIŞê berdewam e û di heta niha 3 hezar û 590 kesan feyde jê wrgirtiye.
Lîjneyê Serperştiya Darayî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) taybet ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Li gorî wê lîsteya nû ya ku ji aliyê me ve hatiye weşandin, navên 3 hezar û 590 rizgarbûyîyên destê terorîstên DAIŞê di nav vê pêvajoyê de hene û em li ser gihandina alîkariyan bo wan berdewam in."
Li ser awayê birêveçûna vê pêngavê de, lîjneyê amaje bi wê yekê kir ku parvekirina alîkariyan dê li çar cîhên cuda be û ragihand: "Ev pêvajo di bin çavdêriya hûr a Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî de û bi rêya Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî tê meşandin, ku ev navend bi taybetî bo xizmetkirina xûşk û birayên Êzidî hatiye erkdarkirin."
Lîjneyê bal kişand ser berdewamiya vê piştgiriyê û eşkere kir ku ev proje ev du sal in bi awayekî birêkûpêk berdewam e û herwiha got: "Di meha Tîrmeha îsal de, dibe du sal ku ev proje bêyî tu pirsgirêk û bi awayekî şefaf alîkariyan li ser rizgarbûyîyên parve dikin."
Li gorî wê bernameya ku ji bo vê qonaxê hatiye danîn, parvekirina alîkariyan dê di navbera rojên Înê, 22ê Gulana 2026ê, heta roja Duşemê, 25ê Gulana 2026ê, li çar cihên cuda bi rê ve biçe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî berdewam bizavê ji bo piştgirîkirina aware û rizgarbûyîyên destê terorîstên DAIŞê dike, bi taybetî pêkhateya resen a Êzidiyan, bi merema sivikkirina barê giran ê li ser milên wan û dabînkirina pêdiviyên wan ên sereke yên jiyanê.