Selahedîn Behaedîn: Demeke zêdetir bo danûstandinan pêdivî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna dualî ya ligel Yekgirtûya Îslamî, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand ku eger îrade hebe, dikarin ji vê qonaxa qufilbûyî derbaz bibin. Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê jî diyar kir ku herçend e hevdîtin erênî ne, lê pêdivîtiya pêvajoyê bi demê heye.
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. Piştî bidawîhatina wê civînê jî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Mihemed Behaedîn û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî di konferanseke rojnamevaniyê de hûrgilî eşkere kirin.
Selahedîn Behaedîn ragihand: "Em bi encamên civînên xwe yên ligel Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dilxweş in.” Herwiha got: “Civîn erênî û dilxweşker bûn, tevî vê yekê jî hinek wext divê û herwiha zêdetir danûstandin pêdivî ne.”
Dema ku rojnamevanekî pirsiyar jê kir: "Gelo hûn çaverê dikin ku ev destpêşxeriya we encameke berçav hebe?" Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê bersiv da û got: "Îşela, îşela."
Fazil Mîranî: PDK piştgiriya biserxistina vê pêngavê dike
Fazil Mîranî jî ji aliyê xwe ve ji rojnamevanan re ragihand: “Her li ser destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamî me serdan kir. Eger îrade hebe, em dikarin ji vê qonaxa qufilbûyî derbaz bibin.”
Navborî herwesa got: “PDK dixwaze alîkariya Yekgirtûyê bike, bo biserxistina vê destpêşxeriyê em ji vê qonaxê derbaz bibin." Tekez jî kir: "Pirsiyara hûrgiliyan nekin, em naçin nav hûrgiliyan."
Ev jî di demekê de ye ku Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir duhî (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) di bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de eşkere kiribû: “Bi hestkirina bi berpirsiyariya dînî, neteweyî û nîştimanî, me wekî Yekgirtû pêdivî dît ku pêşengiyekê bo çareserkirina vê rewşa qufilbûyî û asê ya ku li Herêma Kurdistanê heye amade bikin."