Daxwaza veguhastina dosyeya Lahûr Şêx Cengî tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê daxwaza veguhastina dosyeya dadgehkirina Lahûr Şêx Cengî bo Hewlêrê dike. Endamekî tîma parêzeran eşkere kir ku ev cara 12ê ye Dadgeha Pêdaçûnê nivîsareke fermanî bo şandina dosyeyê arasteyî Silêmaniyê dike.
Endamê Tîma Parêzerên Lahûr Şêx Cengî Dana Teqîdîn îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Îro bo cara 12ê, Serokatiya Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê nivîsareke fermî arasteyî Dadgeha Tawanan a Silêmaniyê kiriye, bi merema tekezkirina li ser şandina dosyeya girêdayî Madeya 56ê ya girêdayî girtiyên rûdanên Lalezîrê."
Dana Teqîdîn hûrguliyên qanûnî yên tohmetan eşkere kirin û got: "Du tohmetên sereke arasteyî Lahûr Şêx Cengî hatine kirin; ya yekê li gorî Madeya 56ê ye ku tê de Lahûr Şêx Cengî, Poladê birayê wî û 10 kesên din bi bizava kuştinê û 'kûdetayê' hatine tohmetbarkirin, tevî dosyeyeke din li gorî Madeya 406ê."
Paşxaneya Rûdanên Şeva Lalezarê
Ev alozî û pêşhatên qanûnî vedigerin ser rûdanên berî salekê; ku di şeva 22ê Tebaxa 2025ê de, li derdora Hotêla Lalezarê ya bajarê Silêmaniyê şerekî giran û tund di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û çekdarên girêdayî Lahûr Şêx Cengî de rû da.
Piştî rûbirûbûneke çekdarî ku çend saetan berdewam kir, hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê Lahûr Şêx Cengî û bi dehan kes ji alîgir û parêzvanên wî girtin. Di encama wê pevçûna serbazî de, gelek kes ji her du aliyan hatibûn kuştin û birîndarkirin.