Trump û Erdogan bi telefonê li ser rewşa Sûriye û Libnanê axivîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê pêwendiyek pêk anîn û tê de mijarên navçeyê, rewşa Sûriyeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê ragihand, her du serokan li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Enqere û Washingtonê de gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di pêwendiyê de bal kişand ser giringiya aramiyê û diyar kir ku dirêjkirina biryara agirbestê li navçeyê "pêngaveke erênî" ye. Erdogan tekez kir ku Tirkiye bawer dike ku bi rêya destpêşxeriyên avaker, çareseriyên guncaw ji bo pirsgirêkan dikarin werin dîtin.

Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Erdogan destnîşan kir, çespandina aramiya li Sûriyeyê destkefteke mezin e ji bo tevahiya navçeyê û ragihand, piştgiriya Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê, dê berdewam be.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê nîgeraniya xwe ya li ser rewşa Libnanê jî anî ziman û diyar kir ku divê rê li ber xirabûna zêdetir a rewşa Libnanê were girtin, daku aloziyên li navçeyê hîn kûrtir nebin.

Ev pêwendiya her du serokan di dema şerekî dijwar ê herêmî yê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de pêk tê, ku bandoreke rasterast li ser nexşeya siyasî ya Sûriye û Libnanê dike.