Îran hişyariya girtina Tengava Bab Mendebê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Wezîrê Hundir ê Îranê hişyarî da ku eger êrîşî welatê wî bê kirin, "Tengava Bab Mendebê" jî wê bikeve nav hevkêşeya şer û ev yek wê bibe sedema krîzeke giran a aborî li cîhanê.

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Îranê Mihemed Hesen Namî di daxuyaniyeke televizyonî de bal kişand ser pêgeha jeopolîtîk a Îranê û rola tengavên herêmê di ewlehiya enerjiyê de. Namî diyar kir, tengavên Hurmiz, Malaka û Bab Mendeb girîngtirîn xalên stratejîk ên cîhanê ne û got: "Her guhertineke di rewşa van tengavan de, wê rasterast bandorê li nirxê petrolê û ewlehiya navneteweyî bike."

'Bab Mendeb dê bibe qada şer'

Namî destnîşan kir, Îranê heya niha ji ber hinek sedemên stratejîk û taktîkî zêdetir giranî daye Tengava Hurmizê, lê ev nayê wê wateyê ku bijardeyên din ji bîr kirine. 

Namî hişyariyeke tund da û got: "Eger rojekê em neçar bibin bikevin nav şerekî leşkerî û êrîşî me bê kirin, em ê Tengava Bab Mendebê jî bixin nav hevkêşeya şer. Di rewşeke wiha de, nirxê petrolê dê bi lez ji 200 dolarî derbas bibe û dibe ku bigihîje 250 dolarî jî."

Li gorî gotina Mihemed Hesen Namî, aktîfkirina eniya Bab Mendebê ligel Tengava Hurmizê, dê bibe sedema qutbûna xetên dabeşkirina enerjiyê li seranserî cîhanê û ev yek wê hevsengiya hêzên aborî û leşkerî bi kokê ve biguherîne.

Hûsiyan jî hişyarî dabûn

Beriya niha endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Ensarullah a Hûsiyan, Mihemed Buxeytî jî ragihandibû, eger rageşî zêde bibin, dibe ku ew Tengava Bab Mendebê ku Deryaya Sor bi Kendava Edenê ve girê dide, bigirin. El-Buxeytî tekez kiribû ku ev biryar wê tenê li dijî wan welatan bê bikaranîn ku ew wekî "êrîşkar" pênase dikin.

Ev hişyariyên Îranê di demekê de tên ku aloziyên li Rojhilata Navîn gihîştine lûtkeyê û bandoreke neyînî li hatûçûna keştiyên bazirganî û tankeran li Tengava Hurmizê kiriye.