Li Tirkıyeyê heqê bilêtên pasan %100 giran bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Bihabûna nirxê neftê ji ber şerê Îranê wekî gelek kertan bandoreke diyar li ser kertê hatinçûnê jî dirust kiriye û li Tirkiyeyê nirxê tîkêtên pas û balafiran sedî sed giran kiriye. Ev e jî welatiyên ku dixwazin geşta cejnê bikin dilgiran kiriye. Lê bihabûna bilêtan ji geşta welatiyan re nebûye asteng û bi nêzikbûna cejnê li balafirgehan û termînalan piraniya kompanî tîkêtên xwe firotine. Gelek welatî nikarin tîket bidest bixin.
Bi nêzikbûna Cejna Qurbanê re, liv û tevgera rêwiyan li Termînala Mezin a Pasan a Esenlerê jî zêde bû. Lê heqê bilêtan ji ber giranbûna nirxê neftê li gor cejna borî ji sedî 100 biha bûye.
Heqê bilêtan çend biha be jî welatî nexwestina xwe ji geşta cejnê bêpar bihêlin û li gelek kompanyayên pasan cih nemaye. Lê beriya hefteyekê pas vala diçûn û dihatin dibêje bilêtfiroşek û diyar dike ku, ew êdî çi qazancê ji karê xwe nabînin.
Welatiyên ku li balafiran cih nedîtine jî berê xwe dane termînala pasan lê hinek ji wan li wir jî cih nedîtine û dixwazin kompanyayên pasan bi boneya cejnê geştên xwe zêdetir bikin.
Ji ber daxwaza zêde, heqê bilêtên pas û balafiran jî roj bi roj girantir dibe. Hikûmeta Tirkiyeyê pişoya cejnê wekî neh roj ragihandibû û gelek welatî jî vê yekê wekî derfeteke geştê dibînin û tê çaverêkirin li seranserê Tirkiyeyê nêzikê 10 milyon rêwî bi pasan bikevin rê.
Welatiyên ku dixwazin geşta cejnê bikin, divê destê xwe zû bigirin. Lewra li gelek kompanyayan bilêt kêm mane û dibe ku bilêtên manej î bihatir bibin.