Serokê Parlamena Tirkiyeyê: Pêvajoya Aştiyê bi lihevhatin û demokrasiyê manadartir dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Tirkiyeyê ragihand ku di qonaxa bê de Pêvajoya Aştiyê bi lihevhatina nîştimanî û pêngavên demokratîk watedartir dibe. Numan Kurtulmuş tekez jî kir ku divê destûreke nû, sivîl û azadîxwaz bê amadekirin, ku tevahiya aliyan vebigire.
Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) di peyamek ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê belav kir û tê de bal kişand ser birêveçûna pêvajoya aştiyê û ragihand: "Armanca Pêvajoya Aştiyê bi karkirina ji bo lihevhatina nîştimanî, serweriya qanûnê û berfirehbûna kanalên siyaseta demokratîk zêdetir manadar dibe."
Kurtulmuş li ser destûra nû jî diyar kir: "Divê destûreke sivîl, demokrat û azadîxwaz, ku tevahiya aliyan di nav xwe de bihewîne, bê darêştin." Wî tekez jî kir ku divê mijara destûra nû ji bo rojevê bê veguhastin.
Pêvajoya nû ya aştiyê di Cotmeha sala 2024ê de bi pêşengiya Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli hatibû destpêkirin; dema ku wî daxwaz ji Abdullah Ocalan kiribû ku banga hilweşandina PKKê bike.
Ocalan di roja 27ê Sibata 2025ê de bangeke dîrokî ji bo bidawîanîn stratejiya têkoşîna çekdarî û hilweşandina PKKê ragihand. Di wê çarçoveyî de jî, PKKê di kongreya xwe ya 12ê de, ku di navbera 4 û 5ê Gulana 2025ê de hat lidarxistin, biryara bidawîanîn hebûna xwe ya rêxistinî da.