Konsulê Koreya Başûr: Kurdistan bi veberhênana li ser ciwanan û lêkolînê dibe hêzeke aborî
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê ragihand, Kurdistan ji bo geşepêdana aborî pêwîstiya wê kargehên biyanî nîne, lê belê bi riya veberhênana li ser navendên lêkolînê û zîrekiya destkird dikare şoreşeke aborî pêk bîne.
Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr Seungchul Lim, di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de, nêrîna xwe ya akademîk û dîplomatîk a li ser civaka Kurd, wekheviyên dîrokî yên navbera her du neteweyan û asoyên geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê parve kir.
Lim aşkere kir, di dema erkê xwe de wî li ser bingeha ezmûna Koreyê, herî zêde giranî daye ser vejandina aboriya Kurdistanê. Herwiha pêşniyara damezirandina navendeke lêkolînên stratejîk (wekî modela KDI ya li Koreyê) pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ev pêşniyar ji aliyê hikûmetê ve hatiye pesendkirin.
Lim destnîşan kir ku nabe Kurdistan tenê li benda kargehên biyanî be, lê divê pişta xwe bi zîrekî û hêza ciwanên xwe girê bide. Li gorî wî, bi taybetî veberhênana li ser "Zîrekiya Destkird" (AI) dikare di sê dehsalên bê de bibe sedema guhertineke rader û bingehîn di pêkhateya aboriya Herêmê de.
Konsulê Koreyî diyar kir, mana wî ya li Kurdistanê fersend daye wî ku çar taybetmendiyên sereke di kesayetiya Kurdan de bibîne: "Xweragirî, mîvanperwerî, pirrengiya hevseng û zîrekî." Herwiha tekez kir ku mîvanperweriya Kurdan ne tenê dayîna xwarinê ye, lê belê şêwazekî qurbanîdanê û avakirina peywendiyên kûr e.
Seungchul Lim bal kişand ser wekheviyên jiyopolîtîk ên di navbera her du gelan de û got: "Her du netewe bi welatên bihêz dorpêçkirî ne û qonaxên pir dijwar derbas kirine. Lê girîngîdan bi malbat û perwerdeyê em li ser pêyan hiştine." Herwiha karesata Helebceyê bi karesata 18ê Gulana 1980an a li Koreyê şiband û daxwaz kir ku peywendiyên çandî yên di vî warî de werin xurtkirin.
Dîplomatê Koreyî pêngavên hikûmetê yên di warê dîjîtalîzekirina xizmetguzariyan û projeya "Ronakî" (ya bo zêdekirina elektrîkê bi awayekî dostê jîngehê) bilind nirxand. Herwiha sersamiya xwe ya ji bo azadî, wêrekî û şiyana serkêşiya jinên Kurd anî ziman û got ku ev yek nîşana paşerojeke geş e.
Lim di dawiya axaftina xwe de soz da ku piştî 10 salan dîsa vegere Kurdistanê, da ku ew bi çavên xwe bibîne ka ciwanên Kurd çi serkeftinên mezin di warê teknolojî û aboriyê de bidest xistine.