Pereyê genimê sala 2015ê yê cotkarên Herêma Kurdistanê tê parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand; sibe di merasîmeke taybet de çekê pereyê 220 cotkarên sînorê parêzgeha Hewlêrê tê parvekirin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) taybet bo Kurdistan24ê ragihand; sibe (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) ew cotkarên ku li sala 2015ê genimê xwe radestî sayloyan kiribûn belê heta niha pereyê xwe wernegirtibû, çekên pereyên genimê wan radestî wan tên kirin.

Newzad Şêx Kamil amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara wî pereyê ku mabû nêzîkî yek milyar dînarên Îraqî ye. Wî diyar kir ku piştî bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Bazirganiyê, wan karî vî pereyî bo cotkaran vegerînin.

Arêşeya salane ya wergirtina genimê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve

Her sal bi hezaran tonên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê tê an û li sayloyan tê berbazarkirin.

Bo îsal jî biryar e ku hikûmeta Îraqê 400 hezar tonên genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergire, ku nirxê her tonekê bi 700 hezar dînarî hatiye destnîşankirin. Lê tiştê ku cihê nîgeraniya cotkarên Herêma Kurdistanê ye ew e ku hikûmeta Îraqê her sal bi hinceta gehiştina bi asta xwejiyandina navxweyî, pişka Herêma Kurdistanê ji wergirtina genim kêm dike; ev jî zirareke mezin digihîne kerta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê.