Îsmaîl Qaanî: Heke şer dest pê bike, em ê vê carê tengava Bab Mendebê jî bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeyê Feyleqê Quds ê Supaya Pasdarên yê Îranê Îsmaîl Qaanî hişyariyeke tund da Îsraîl û Amerîkayê û ragihand, ew ê eniyên nû yên şer vekin.
Fermandeyê Feyleqê Quds Îsmaîl Qaanî di peyameke nû de Îsraîl û Amerîka hişyar kirin û destnîşan kir ku "Eniya Berxwedanê" amadekariyan dike, da ku hevkêşeyên li navçeyê biguherîne.
Qaanî bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li Libnan û Xezzeyê û diyar kir, ev kiryar bi piştgiriya rasterast a Amerîkayê tên kirin. Herwiha got: "Ji ber van êrîşan, Eniya Berxwedanê biryar daye ku piştgiriya xwe ji bo her du eniyan (Libnan û Xezze) berfireh bike û niha kar ji bo çalakkirina eniyên nû yên şer tê kirin."
Qaanî aşkere kir, ew ê rewşa çûnûhatina keştiyan li tengava Bab Mendebê bikin mîna ya tengava Hurmizê, ku Îran lê xwedî bandoreke mezin e. Ev daxuyanî wekî gefeke rasterast ji bo rawestandina bazirganiya navdewletî di Deryaya Sor de hat nirxandin.
Fermandeyê Feyleqê Quds herwiha got, heke Îsraîl sûcên xwe li başûrê Libnan û Xezzeyê berdewam bike, dê bikeve nav "bagera" êrîşên Hizbullahê û careke din bi ciwanên Filîstînî re rûbirû bibe.
Tengava Bab Mendebê ku dikeve navbera Yemen û Ooça Afrîkayê, yek ji giringtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye. Salane nêzîkî %15ê bazirganiya deryayî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Piştî destpêkirina şerê Xezzeyê, Hûsiyên Yemenê ku wekî hevalbendên Îranê tên naskirin, gelek caran bi mûşek û dronan êrîşî keştiyên bazirganî yên li vê navçeyê kirine, ku ev yek bûye sedema krîzeke mezin di bazirganiya navdewletî de.