Pervin Buldan nûtirîn wêneyê xwe ligel Demirtaş weşand

Pervin Buldan: Baweriyê bi wêneyên sexte yên jîriya destçêkirî neynin

Pervin Buldan û Selahattin Demirtaş
Pervin Buldan û Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera DEM Partiyê nûbûntirîn wêneyê xwe û Selahattin Demirtaş belav kir û hişyarî jî li ser belavbûna wêneyên ku bi “jîriya destçêkirî hatine çêkirin” da.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Pervin Buldan îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê wêneyekî nû yê xwe û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş belav kir, ku di dema seredana wê ya dawiyê bo Zindana Edirneyê de hatiye kişandin.

Buldanê di peyama xwe de nivîsandiye: "Wêneyên seredana min a dawiyê bo cem Selahattin Demirtaş ê ezîz ji nû gihîştin destê min. Ji kerema xwe re bila kes baweriyê bi wan wêneyan neyne yên ku bi jîriya destçêkirî (AI) hatine çêkirin. Silav û rêz."

Sedema hişyariya Buldan li ser teknolojiyê

Ev ronkirina Pervin Buldan piştî wê yekê tê ku di dema borî de çend wêneyên Selahattin Demirtaş di torên civakî de hatibûn belavkirin, ku tê de wisa nîşan dida ku guhertineke mezin bi ser reng û rûyên Demirtaş de hatiye, lê paşê eşkere bû ku ew wêne ne rast in û bi rêya teknolojiya jîriya destçêkirî (AI) hatine çêkirin.

Selahattin Demirtaş ji meha Mijdarê ya sala 2016ê ve di zindana bajarê Edirneyê yê Tirkiyeyê de girtî ye. Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bo azadkirina wî jî, ew heta niha jî di zindanê de maye.