Sirri Sakik û Erdogan civiyan: Rojev aştî û demokrasî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik ragihand, ew bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya ye. Sakik diyar kir, di hevdîtinê de li ser pêvajoya aştiyê, daxwazên demokrasiyê û pirsgirêkên aborî-civakî yên herêmê gotûbêj hatiye kirin.

Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand, wî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kiriye.

Sakik anî ziman ku di hevdîtinê de bendewariyên gel ên ji bo aştî, demokrasî û edaletê gihandine Serokkomar Erdogan. 

‘Min daxwazên derbarê pêvajoya aştiyê de ragihandin’

Sakik diyar kir ku wan li ser qonaxa ku "Aştî û Civaka Demokratîk" gihiştiyê axivîne û daxwaz û bendewariyên ji bo avêtina gavên berbiçav ên vê pêvajoyê nîqaş kirine.

Sakik got: "Min anî ziman ku divê ev pêvajoya dîrokî ji siyaseta rojane pir bilindtir bê nirxandin". Herwiha destnîşan kir ku daxwaza hevpar a civakê ew e ku pevçûn, tundî û hêsirên çavan bi tevahî ji rojeva Tirkiyeyê derkevin. Sakik diyar kir ku wî nêrînên xwe yên ji bo bihêzkirina aştiyê bi Erdogan re parve kirine.

‘Pirsgirêkên herêmê jî anîn rojevê’

Sirri Sakik da zanîn ku di hevdîtinê de, ne tenê sernavên siyasî, di heman demê de pirsgirêkên aborî û civakî jî hatine nirxandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Sakik anî ziman ku wî pirsgirêkên bingehîn ên mîna xizanî, astengiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê de, bêkarî û koçberiyê yên ku li bajarên herêmê û bi taybetî li Agiriyê tên jiyîn gihandine Serokkomar Erdogan û pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên ji bo van babetan parve kirine.