Şandeke Wezareta Pêşmerge Li Îtalyayê Ye

Navenda Nûçeyan (K24) — Şandeke fermî ya Wezareta Pêşmerge, bi merema lidarxistina çend hevdîtinên serbazî û ji nêzîk ve dîtina sîstema berevaniyê ya Îtalyayê, bi serdaneke fermî ya sê rojî gihîşt welatê Îtalyayê. Ev serdan di demekê de ye ku aliyê Îtalî amadebûna xwe ya tam ji bo her piştgiriyeke serbazî bo hêzên Pêşmergeyan nîşan daye û tekez li ser mezinkirina rola xwe ya li Herêma Kurdistanê dike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku şanda Wezareta Pêşmerge li balafirxaneyê ji aliyê Cîgirê Generalê Operasyonên Hevpar ên Îtalyayê ve hatiye pêşwazîkirin.

Rêzan Heme Salih herwesa da zanîn ku di roja yekê ya wê serdanê de, civîneke hûr û berfireh ligel Kolonel Luciano Portolano, ku biryar e wek Serdarê Artêşa Artêşa Îtalyayê yê nû dest bi kar bike, hatiye kirin.

Wê aşkere jî kir ku di wê civînê de, awayê karkirina Wezareta Berevaniyê ya Îtalyayê, Serokatiya Serdarê Artêşê, hevahengiyên ligel NATOyê û awayê birêvebirina operasyonên serbazî ji bo şanda Wezareta Pêşmerge hatine ronkirin.

Protokoleke Serbazî ya Sêalî Li Pêş Heye

Rêzan Heme Salih aşkere jî kir ku yek ji mijarên sereke yên danûstandinan pirsa wê protokola serbazî bûye ya ku biryar e di navbera Wezareta Pêşmerge, Wezareta Berevaniyê ya Îtalyayê û Hikûmeta Îraqê de bê îmzakirin, bi armanca gihîştina bi lihevkirineke hertimî ji bo hevkarî û hevahengiyên serbazî li deverê.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê behsa wê yekê jî kir ku şanda Wezareta Pêşmerge serdana Odeya Operasyonên Hevpar a Îtalyayê kiriye, ku berpirs e ji parastina ewlehiya neteweyî û navdewletî û serpêrştîkirina hêzên Hevpeymanan li welatên cuda.

Her di çarçoveya wê serdanê de, şanda navborî bi helîkoptereke serbazî bo devera Filorênsê (Florence) hat veguhastin, daku serdana meydanî ya yek ji binkeyên serbazî yên giring ên wî welatî bike.

Îtalya Hêzên Xwe Li Kurdistanê Zêdetir Dike

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand ku Serdarê Artêşa Îtalyayê amadebûna welatê xwe ji bo her piştgiriyeke serbazî bo hêzên Pêşmergeyan nîşan daye û tekez kiriye ku ew dixwazin wek hevparên sereke yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bimînin.

Herwesa di wan civînan de, aliyê Îtalî tekez kiriye ku vekişandina parek ji hêzên wan di dema borî de tenê rêkareka demkî bû ji ber aloziyên di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de; lê niha plan heye ku bi awayekî berfirehtir vegerin û karên xwe li Herêma Kurdistanê pêş bixin.