Desteya Jîngehê: Hejmareke projeyên nû yên jîngehê tê bicihanîn

Senan Ebdula
Senan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku pirojeya Kembera Kesk dê bandoreke mezin li ser nizmbûna pileya germê di nav bajarê Hewlêrê de bike. Eşkere jî kir ku rêjeya keskatiyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye nêzîkî 20%.

Berdevkê Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdula îro (În, 5ê Hezîrana 2026ê) di Roja Cîhanî ya Jîngehê de tevlî geşteka nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Herêma Kurdistanê mîna welatên cîhanê rûbirûyî bandorên guhertina keşûhewayê bûye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û nexserêyên zanistî ji bo kêmkirina xeteriyan dane ber xwe.

Senan Ebdula herwesa bal kişand ser pejirandina du belgenameyên giring ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku "Belgenameya Xweguncandina Navxweyî" û "Belgenameya Kêmkirina Navxweyî" ne. Ev belgename li ser sektorên serekî yên wekî av, xwarin, cihêrengiya zindeweran û belavkirina hişyariya jîngehê dikin, daku Kurdistan bikare ligel guhertinên navdewletî yên keşûhewayê pêngavan biavêje.

Li ser paqijbûna bayê bajaran jî, navborî bal kişand ser "Pirojeya Ronakiyê" û da zanîn ku vê pirojeyê roleke mezin di vemirandina jeneratorên xelkê de lîstiye, ku yek ji çavkaniyên serekî yê pîskirina jîngehê bûn. Eşkere jî kir ku pirojeya "Kembera Kesk a Hewlêrê" pirojeyeke stratejîk e û ne tenê dê pileyên germê yên Hewlêrê kêm bike, belkî dê bibe sedema kêmkirina gaza duoksîda karbonê û afirandina navendeke geştiyarî û aborî ji bo deverê.

Ji aliyekî din ve jî, Berdevkê Desteya Jîngehê behsa pirs girêdayî avêtina gilêş û paşmayiyan kir û ragihand; her rojê li Herêma Kurdistanê nêzîkî 7 heta 8 hezar tonên paşmayiyan tên komkirin, ku xerciya her tonekê ji bo hikûmetê nêzîkî 50 hezar dînaran e. Ji bo çareserkirina vê yekê jî, hikûmetê plan heye ku kargehên vezivirandinê (Recycling) ava bike, da ku paşmayî di çarçoveya "aboriya bazineyî" de bên guhertin û ji Herêma Kurdistanê re bibin enerjî û dahat.

Herêma Kurdistanê di van salên dawiyê de rûbirûyî hişkesalî û kêmbûna avê bûye, ku bandor li ser rûberên daristan û çandiniyê kiriye. Bilindkirina rêjeya keskatiyê bo 20% û destpêkirina pirojeyên wekî "Kembera Kesk" û vemirandina jeneratorên taxan di çarçoveya Pirojeya Ronakiyê de, bizavên herî nû yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ji bo rûbirûbûna krîza keşûhewayê li Rojhilata Navîn.