Li Kanadayê zimanê Kurdî di nava amadekariyên Mondiyala 2026an de cih girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Veguhastinê ya Torontoyê wek amadekariyek ji bo lîstikên Mondiyala 2026an, kampanyayeke berfireh a reklamê bi gelek zimanan da destpêkirin. Di nav van zimanan de, zimanê Kurdî jî li metroyan hat dîtin.
Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, amadekariyên ji bo Kupa Cîhanê ya Futbolê (Mondiyala 2026) berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Komîsyona Veguhastinê ya Torontoyê li nav metro û trênên bajêr posterên taybet ên bi gelek zimanan hatine nivîsandin bi dar xistin. Li ser beşek ji van posteran, peyva "Bi xêr bên" bi zimanê Kurdî li kêleka zimanên din ên cîhanê hat nivîsandin.
Ev gava Kanadayê di nava medyaya civakî de rastî pêşwaziyeke germ hat. Kurdên niştecihên Kanadayê kêfxweşiya xwe anîn zimên û diyar kirin ku cihgirtina zimanê Kurdî di kampanyayeke wiha mezin a cîhanî de (Mondiyala FIFA) cihê şanaziyê ye.
Hejmarek ji bikarhênerên torên civakî bal kişandin ser wê yekê ku bi hezaran Kurdên li Torontoyê, berê li welatên xwe tenê ji ber nivîsandina tîpekê, peyvekê yan jî stranekê rastî girtin û çewsandinê hatine. Lê niha, bi dîtina zimanê xwe li ser tîmên fermî yên Kanadayê, ew hest dikin ku ev bajar bi rastî malê wan e.
Mondiyala 2026an, roja 11ê Hezîranê bi hevparî li sê welatan (Amerîka, Kanada û Meksîka) dest pê dike û cara yekem e ku 48 hilbijarde tê de beşdar dibin. Toronto yek ji bajarên sereke yên Kanadayê ye ku dê mêvandariya lîstikan bike.
Ev bajar wekî yek ji bajarên herî pirçandî û pirzimanî yên cîhanê tê naskirin û hejmarek Kurdî lê dijîn.