Faris Îsa: Bo şandina mûçeyê Kurdistanê çi astengî nînin

Faris Îsa
Faris Îsa

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku çu astengî li pêş şandina mûçeyê meha Hezîranê yê mûçexurên Herêma Kurdistanê nînin. Herwisa biryar e ku sibe Duşemê şandeka bilind a Herêma Kurdistanê bo civîna li gel Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê bigihe Bexdayê.

Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Yekşem, 28ê Hezîrana 2026ê) di kongreyeka rojnamevanî de diyar kir: “Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam şandên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bûne. Yek ji wan kabîneyan bûye ku herî zêde şandên wê li Bexdayê bûne. Her pirsek û babetek ku li cem xelkê Herêma Kurdistanê giring be, em girîngiyê pê didin û li cem me giring e."

Faris Îsa herwisa amaje da ku, ew biryara ku behsa nandina 120 milyar dînaran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo Bexdayê dike ne dadperwerane ye, ji ber ku li gorî qanûnê divê nîvê dahata negirêdayî petrolê bê şandin.

Di derheqa mûçeyê meha Hezîranê yê fermanberan, Serokê Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand: "Çu arêşeyek li pêş şandina mûçeyê meha şeş ê mûçexurên Herêma Kurdistanê nîne."

Navborî herwisa got: “Şandeka Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye, li ser hevahengiyeka zêdetir û herwisa arêşeya derman û nexweşan, hevdem çend dermanale û mafên darayî hene ku Wezareta Tenduristiyê jê bêpar e, bo çareserkirina van arêşeyan civiyane.

Serokê Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê li ser pergala Asycudayê jî ragihand: “Şandeka din jî dê serdana Bexdayê bike û sibe dê li gel hikûmeta Iraqê bicive daku bigihin encama dawiyê li ser wê pergalê.”

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê dê sibe (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) bi tevlîbûna şandeka bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê êvara îro digihîje Bexdayê û ji van kesan pêk tê:

- Awat Cenab Nûrî, Wezîrê Darayî û Aborî.

- Omêd Sebah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran.

- Dr. Amanc Rehîm, Sekreterê Encûmena Wezîran.

- Dr. Ebdulhekîm Xesrew, Berpirsê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê.

- Dr. Samî Celal, Şêwirmendê Wezareta Navxwe.

- Kemal Reûf, Rêveberê Giştî yê Gumrikan.

- Cewher Mehmûd, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Gumrikan.

Pêştir her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser awayê bicihanîna pergala Asycudayê gihîştine hevfêmkirinekê û îmze li ser kiriye; tenê çar xalên serekî mane ku biryar e di civîna sibe de gotûbêj û lihevkirin li ser bên kirin, ku ev in:

1.     Bac û dahata gumrikî.

2.     Lêborîna gumrikî.

3.     Parastina berhema navxweyî.

4.     Pêkanîna lîjneyeka hevpar bo serdana deriyên nefermî.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, eger her du alî li ser van her çar xalan li hev kir jî, di wê civînê de peymana "Asycuda"yê dê bi temamî bê pejirandina û dê derbaz bibe qonaxa bicihanînê.