DEM Partî: Em dixwazin xebata çekdariyê bi dawî bibe

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ragihand ku partiya wan biryareka stratejîk bo bidawîanîna şerê çekdariyê daye, û tekez li ser pêdivîtiya derxistina qanûnekê jî kir ku derfetê bo aştiyeka herdemî xweş bike.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro (Înî, 3ê Tîrmeha 2026ê) di kongreyeka rojnamevaniyê de helwesta dawiyê ya partiya xwe li ser pêşhatên siyasî û pirsa aştiyê li Tirkiyeyê ragihand û got: "Divê kar li ser qanûnekê bê bo pirsa danîna çekan bê kirin û nabe zêdetir dem bê kuştin û ev pirs bê paşxistin."

"Bila êdî ev pirs paş nekeve"

Ayşegul Dogan diyar jî kir ku paşxistina van pêngavan metirsiyê li pey xwe tîne û got: "Banga me ev e ku ev pirs zêdetir neyê paşxistin, ji ber ku gelek kes di girtîgehan de ne. Em dixwazin encameka wesa bê bidestxistin ku aştiyeka berdewam û herdemî bo her kesî li pey xwe bîne û her kes xwe di nav çarçoveya wê aştiyê de bibîne."

Pêdivîtî bi qanûneka nû heye

Berdevka DEM Partiyê tekez li ser biryara stratejîk a partiya xwe kir û eşkere kir: "Me wekî DEM Partî biryar daye ku xebata çekdarî bi dawî bibe û li şûna wê xebata demokratîk û siyasî bi fikir û ramanên azad bê pêşxistin.”

Dogan eşkere jî kir: “Bo vê armancê jî, pêdivîtiya me bi qanûnekê heye ku bibe rêxweşker, daku ew kesên vedigerin bikarin bi rengekê qanûnî tevlî jiyana civakî û siyasî bibin."

Di dawiya axaftina xwe de, Dogan da zanîn ku Tirkiye pêştir jî gelek caran rûbirûyî rewşên weha bûye lê encamên baş jê derneketine, ji ber vê yekê niha dem hatiye ku bi rengekê cidî kar bo çaksaziyên qanûnî û siyasî bê kirin ku xizmeta pirsa aştî û demokrasiyê bike.