Parêzgarê Hesekê: Vegera koçberên Serê Kaniyê mafekî rewa ye, lê astengî hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan koçberên Serê Kaniyê yên ku li bajarê Hesekê û kampên derdora wê dijîn, li ber avahiya parêzgehê xwepêşandanek lidar xistin. Koçberan daxwaz kirin ku dawî li jiyana kampan were û bi awayekî ewle vegerin ser mal û milkên xwe.
Koçberên ku nêzîkî 7 sal in ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ji Serê Kaniyê koçber bûne, li navenda bajarê Hesekê dengê xwe gihandin rayedaran. Xwepêşandêran bi hildana pankartan û bangên bilind daxwaz kirin ku vegera wan bibe rojeva sereke.
"Çima tenê xelkê Serê Kaniyê venagere?"
Xwepêşandêrên ku beşdarî çalakiyê bûne, balê dikşînin ser rewşa giran a jiyanê û ferqa di navbera wan û koçberên din de. Mihemed Haco dibêje: "Hemû koçberên Sûriyê yên ji herêmên din vedigerin, lê çima tenê rê li ber xelkê Serê Kaniyê nayê vekirin? Em dixwazin vegerin bazar û taxên xwe."
Xwepêşander Behiya Îbrahîm: "Serê Kaniyê bêxwedî maye. Em di bin konan de di nava germê, bêavî û bêkariyê de heliyan. Ma heta kengî ev koçberî?"
Xwepêşander Ebdo Teqreq: "Me daxwazên xwe anîn ber deriyê parêzger. Em dibêjin bes e, em pir westiyan. Mafê me yê herî bingehîn e ku em li ser xaka xwe bijîn."
Parêzgarê Hesekê: "Astengiyên ewlehiyê hene"
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di nava xwepêşandêran de amade bû û guhdariya daxwazên wan kir. Nûredîn Ehmed diyar kir, ew wekî rêveberî daxwazên koçberan bi maf dibînin, lê bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya vegerê û got: "Pirsgirêk ne tenê mîn in, gelek astengiyên din ên ewlehiyê jî hene. Em dixwazin bi hevahengiyekê û bi peydakirina garantiyan, xelkê me bi rûmet û ewle vegere ser zêdê xwe."
Ji sala 2019an ve, bi hezaran malbatên Serê Kaniyê di kampên wekî Waşokanî û Talayê de dijîn. Koçber di nava germahiya dijwar a havînê de bi kêmasiya av, elektrîk û xizmetguzariyên tenduristiyê re rûbirû dimînin.