Kurtulmuş: Yasaya nû ya pêvajoyê lêborîna giştî li xwe nagire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, yasaya nû ya girêdayî "pêvajoya aştiyê" lêborîna giştî li xwe nagire, lê tenê ji bo wan kesan e ku çekan datînin û vedigerin ser jiyana asayî.

Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de ji medyaya welatê xwe re aşkere kir, amadekariyên yasaya pêvajoya aştiyê %80 temam bûne. Kurtulmuş diyar kir, ew hêvî dikin berî parleman derkeve bêhnvedana Havînê, ev yasa bi dawî bibe daku "Tirkiye nefeseke aram bistîne."

Serokê Parlemanê tekez kir, heke daxwaza çekdananê tune ba, wan ê pêngaveke wiha neavêta. Kurtulmuş derbarê naveroka yasayê de got: "Ev yasa dê ji bo demeke diyarkirî be û bi ti awayî nabe lêborîna giştî. Tenê ew kesên ku çekên xwe datînin û dixwazin vegerin nav jiyana sivîl dikarin ji vê rênimaya yasayî sûd werbigirin."

Kurtulmuş her wiha bang li hemû aliyan kir ku di daxuyaniyên xwe de baldar bin û rê nedin ti hewildanên têkderane, daku zirarê negihînin pêvajoyê.

Hewlên ji bo aştiyê 

Pêvajoya nû ya aştiyê ku di nava sala 2026an de gihîştiye qonaxeke giring, bi çend pêngavên surprîz dest pê kiribû. Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di dawiya 2024an de, bi awayekî çaverênekirî bang li Abdullah Ocalan kir ku bê parlemanê û bidawîbûna PKKê ragihîne.

Destpêka 2025an Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê peyameke vîdyoyî belav kir û daxwaza bidawîkirina xebata çekdarî kir. Di Tîrmeha 2025an jî, wek pêngaveke sembolîk, hejmarek gerîlayên PKKê li devera Şarbajêr a Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û dev ji şer berdan.

Di qonaxa niha de, komîsyoneke hevbeş a Parlemana Tirkiyeyê kar li ser nexşerêyeke yasayî dike, daku awayê çekdanînê û vegera çekdaran bo jiyana sivîl birêkûpêk bike.