Tevgera Vejîn a Kurdistanê li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê lidar xist

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo endamê Tevgera Vejîn a Kurdistanê Ferîd Azad û Faîq Teyran çalakiya runiştinê hat li darxistin. Di çalakiya runiştinê de hat xwestin ku Ferîd Azad û Faîq Teyran ên ku ji 10ê hezîranê ve girtîne serbest werin berdan.

Tevgera Vejîn a Kurdistanê li ber Mizgefta Mezin a Sûrê çalakiyek runiştinê li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza serbesberdana endamên Tevgera Vejîn a Kurdistanê hat kirin. Endamên Tevgera Vejîn a Kurdistanê Ferîd Azad û Faîq Teyran 10ê hezîranê de dema ku ji binçavkirinê serbest hatibun berdan li ber Dadgeha Diyarbekirê careke din hatibun binçavkirin. 

Faîq Teyran û Ferîd Azad dema serbest hatibûn berdan xwestibûn vê nûçeyê bi malbatên xwe re parve bikin û bi telefonê li malbatên xwe geriyabûn, lê polîsan îdda kiribûn ku wan bi telefonê wêne û vîdyoyên dadgehê dikêşin û ew binçav kiribûn û di dema binçavkirinê de jî sivikatî bi axaftina kurdî ya Ferîd Azad kiribûn. 

Hiqûqnasan jî dabû zanîn ku li ber dadgeha Diyarbekirê gelek caran telefon tê bikaranîn, wêne tên kêşan, daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn ku îddaya binçavkirinê ji rastiyê dûr e. 

Ferîd Azad bi helwesta xwe ya xwedîlêderketina bi zimanê kurdî û redkirina leşkeriyê tê nasîn û di çarçoveya parvekirinên xwe yên vê mijarê di medyaya civakî de , hatibû binçavkirin.

Endamên Tevgera Vejîn a Kurdistanê li ber Mizgefta Mezin a dîrokî bi pankartan banga serbestberdana Ferîd Azad û Faîq Teyran kirin.