Deşta Nawkurê bûye 'Paytexta Petateyan' û çavkaniya debara hezaran kesan

Dihok (K24) –Li Deşta Nawkurê ya ser bi parêzgeha Dihokê, werzê berhevkirina petateyan dest pê kir. Di vê werzê de derfetên kar ji bo zêdetirî 3 hezar ciwanên herêmê peyda bûne û tê pêşbînîkirin ku îsal berhem bigihîje ser 200 hezar tonî.

Deşta Nawkurê ku wekî yek ji herêmên herî bikêr û bi bereket ên Kurdistanê tê naskirin, îsal bi xêr û bêra xwe rûyê cotkar û karkeran geş dike. Bi destpêkirina werza berhevkirinê re, rojane bi hezaran ciwan û jin berê xwe didin zeviyan, daku bariya jiyana xwe peyda bikin.

Karkerên ku ji qezayên Akrê, Berdereş û Şêxanê tên, ji berbangê heta berî nîvro di nav zeviyan de dixebitin. Karker Saîb Şeiban dibêje: “Em saet di 4’ê sibehê de dest pê dikin û heta 9’an dixebitin. Ev kar ji bo me gelekî baş e; heke ev nebe, em ê hemû bêkar bimînin.”

Karker Mihened Xelîl û Peywend Sidqî jî balê dikişînin ser giringiya van derfetan ku ciwanan ji bêkariyê dûr dixe û dibe alîkar ji bo dabînkirina debara malbatên wan.

Cotkar û xwedîkar Zîrek Remezan derbarê qebareya kar de diyar kir, rojane tenê li herêma wan 3 heta 4 hezar karker dixebitin û li ser her zeviyekê nêzîkî 200 kes hene. 

Li gorî amaran, îsal li sînorê parêzgeha Dihokê li ser 18 hezar donim zevî pêtat hatine çandin û pêvajoya hilkişandina wan dê heta meha 11’an berdewam bike.

Deşta Nawkurê ya li sînorê qezaya Berdereşê, li ser asta Iraqê wekî “Paytexta Petateyan” tê naskirin. Berhema vê deştê bi kalîteya xwe ya bilind navdar e û beşeke mezin a pêdiviyên bazarên navxweyî dabîn dike.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên dawî de giranî daye kerta çandiniyê, da ku çavkaniyên dahatê piralî bike. Yek ji gavên herî giring ên hikûmetê, qedexekirina hawirdekirina petateyan e di dema pêgihiştina berhema navxweyî de. Ev biryar dibe sedem ku cotkar zirarê nekin û berhema wan di bazarê de bi bihayekî guncav were firotin.