Rêber Ehmed û Basim Bedrî mijara xurtkirina hevahengiya ewlehiyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li paytext Bexdayê bi Serokê nû yê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Basim Bedrî re civiya. Di hevdîtinê de giranî hate dayîn ser yekxistina hewlên bo rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 6ê Tîrmehê li Bexdayê serdana Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Basim Bedrî kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Rêber Ehmed bi boneya destbikarbûna wî di posta nû de wekî Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî, pîrozbahî li Basim Bedrî kir û serkeftin di erkên wî yên nû de xwast.
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan bi hûrî behsa rê û mîkanîzmên xurtkirina hevahengiya di navbera saziyên ewlehiyê yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin.
Hate destnîşankirin ku ji bo parastina aramiya giştî û rûbirûbûna wan astengiyên ewlehiyê yên ku li seranserî welat peyda dibin, pêdivî bi hevkariyeke berfireh û yekxistina hewlên her du aliyan heye.