Diyarbekir: Serokê nû yê AK Partiyê bi şala Amedsporê dest bi kar kir

Hamît Sumer
Hamît Sumer

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê nû yê şaxa AK Partiyê ya Diyarbekirê Hamît Sumer, piştî rûniştina li ser kursiya serokatiyê ku mehekê vala mabû, bi pêşwaziyeka cemawerî, bi dengê dahol û zirneyê dest bi karê xwe yê fermî kir. Sumer di daxuyaniya xwe ya yekê de tekez li ser giringiya xizmetkirina gel û parastina aştî û aramiya pêvajoyê kir.

Postê Serokatiya AK Partiyê ya Diyarbekirê ku ev mehek bû vala mabû, di navbera berbijêran de bûbû sedema hevrikiyekea pir xurt û di nav raya giştî de cîhekî mezin ê nîqaşê girtibû. Piştî nirxandinên hûr, Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan biryar da û Hamît Sumer wekî Serokê nû yê şaxa Diyarbekirê destnîşan kir.

Sumer piştî hevdîtina xwe ya ligel Erdogan rasterast derbazî Diyarbekirê bû. Ew ji aliyê alîgir û welatiyan ve bi coşeka mezin hat pêşwazîkirin. Hamît Sumer wekî peyamekê şalgerdana tîma futbolê ya bajêr Amedsporê avêt ser milên xwe û bi vî awayî derbazî nav avahiya partiyê bû û civîneka çapemeniyê li dar xist.

"Post û serokatî demkî ne"

Hamît Sumer di civîna rojnamevanî de ragihand ku armanca wî ya serekî tenê xizmetkirina xelkê Diyarbekirê ye û got: "Ez dizanim ku post û serokatî tiştên demkî ne. Ji bo min ya giring ew e ku ez bikarim xizmeteka paş pêşkêşî civaka xwe bikim û di bîra gelê xwe de bi awayekî baş û bi xêr cîh bigrim."

Sumer bal kişand ser koka malbata xwe ya siyasî û diyar kir ku ew ji malbatekê tê ku kûr ketiye nav siyaseta herêmê û Tirkiyeyê; ku bavê wî Salih Sumer û mamê wî Mehdî Eker berê wezîrtî kiriye.

Pêvajoya çareseriyê û rondikên dayikan

Di derheqa rewşa siyasî û Pêvajoya Çareseriyê de, Serokê nû yê AK Partiyê yê Diyarbekirê eşkere kir ku xelkê bajêr di dema borî de gelek êş, azar û birînên giran dîtine, loma giringiya aştiyê pir baş dizanin.

Sumer got: "Pêvajo pir giring û hêja ye, ji ber ku êdî pevçûn û mirin rawestiyane û rondikên dayikan narijin. Çavên dayikan her li rê ne, ji ber vê yekê jî ev pêvajo ji bo min ji meseleyeka ewlehiyê zêdetir, meseleyeka mirovî û civakî ye."