Sûriye: Di teqînên Şamê de 18 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê hûrgiliyên nû li ser teqînên nêzîkî cihê mayîna Serokê Fransayê belav kirin û ragihand ku di encama teqîna du bombeyên çandî de, 18 kes birîndar bûne. Hevdem hat piştrastkirin ku bernameya serdana Emmanuel Macron naguhere û piştî wê rûdanê ligel Serokê Sûriyeyê civiyaye.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku hêzên ewlehiya navxwe vê sibehê (Sêşem, 7ê Tîrmeha 2026ê) du bombeyên çandî li nêzîkî avahiya Wezareta Geştyariyê dîtine, lê di dema pûçkirinê de her du bombe teqiyane.
Li gorî wê daxuyaniyê, ew her du bombe bi rengekê destpêkî hatibûn çêkirin; ya yekê di nav timbêlekê de li rexê rêyê û ya duyê jî di nav selkeka gilêşî de hatibû veşartin.
"Tu metirsî li ser Serokê Fransayê çê nebûye"
Wezareta navborî ron jî kir ku cihê rûdana teqînan li dervayî wê kembera ewlehiyê bûye ya ku bo parastina Serokê Fransayê Emmanuel Macron hatibû diyarkirin, lewma tu metirsiyeka rasterast li ser jiyana wî çê nebûye.
Wê wezaretê piştrast jî kir ku di encama wan her du teqînan de, 18 kes birîndar bûne ku di nav wan de çar polîs jî hene. Wezaretê tekez jî kir ku serdana Serokê Fransayê li gorî plana berê berdewam dibe.
Macron û Ehmed Şera civiyan
Koçka Serokatiya Fransayê (Elysee) di daxuyaniyeka bilez de piştrast kir ku Emmanuel Macron û tevaya şanda pê re bisilamet in û wan dengê tu teqînekê nebihîstiye.
Koçka Elysee aşkere jî kir ku piştî rûdana teqînan, Serokê Fransayê li Koçka Serokatiyê li Şamê ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera civiyaye û danûstandinên xwe kirine.
Ev jî di demekê de ye ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) bi serdaneka fermî û dîrokî gihîştibû Şamê. Ev serdana yekê ya serokekê welatekî mezin ê Rojavayî ye bo Sûriyeyê, piştî ku Ehmed Şera di dawiya sala 2024ê de – piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed – desthilat wergirtibû.