Ehmed Şera li Enqereyê beşdarî 36’emîn Lûtkeya NATO’yê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ji bo beşdarbûna di çalakiyên 36’emîn Lûtkeya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) de, gihîşt Enqereyê.
Ehmed Şera îro 8ê Tîrmeha 2026an gihîşt cihê lûtkeyê û bi serok û serokwezîrên welatên endamên NATOyê re dicive. Tê çaverêkirin ku îro civîna sereke ya serokên dewlet û hikûmetan li hundirê Komelgeha Serokatiyê were lidarxistin.
Lûtkeya 36’an a NATOyê duh Sêşemê bi lidarxistina "Foruma Pîşesaziyên Parastinê" dest pê kiribû. Di wê forumê de wezîrên parastin û derve yên welatên endam amade bûn û giranî hate dayîn ser mijara hilberîna parastinê ya transatlantîk û hevkariyên serbazî yên nûjen.
Ev lûtke bi beşdariya hejmareke mezin ya serokên herî bi bandor ên cîhanê birêve diçe. Di nav beşdaran de ev navên diyar hene, wek Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz.
Tê pêşbînîkirin ku di civînên îro de serokên NATOyê li ser pirsên ewlehiyê yên cîhanî, stratejiyên parastinê yên nû û hevkariyên di navbera welatên endam de biryarên giring bidin.