Cotkarên Rojavayê Kurdistanê: Genimê me li erdê maye
Qamişlo (K24) – Li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê, genimê cotkaran ji ber derengketina karên "platforma" barkirinê li nava zeviyan û di bin tavê de maye. Cotkar bang dikin ku bi lez çareyek ji wan re bê dîtin.
Piştî ku karên dirûna genim bidawî bûn, îsal cotkarên Rojavayê Kurdistanê bi kêşeyeke nû re rûbirû mane. Tevî ku demeke dirêj di ser dirûnê re derbas bûye, genimê wan hêj nehatiye radestkirin û li zeviyan di bin tavê de maye.
Cotkarê bi navê Şervan Kenan, ku genimê wî li nava zeviyê wî yê li maye derbarê vê rewşê de diyar kir, ew zêdetirî mehekê ye li benda barkirina genimê xwe ne. Kenan bal kişand ser lêçûnên zêde û got: "Her roj mesrefên me zêde dibin. Heqê karkeran, kamyonan û barkirinê barê me girantir dike. Platform dereng ma û ev yek ziyanê digihîne me."
Cotkar Ehmed Hemo jî behsa ziyanên fîzîkî yên li genim dibe kir û destnîşan kir, nêzîkî 20 roj in genimê wî li erdê ye. Hemo got: "Genim di bin tavê de dimîne, ziwa dibe û kîloya wî kêm dibe. Her wiha çewal di bin tavê de dirizin û genimê me li erdê dirije. Heywan dikevin navê û hinek jê jî winda dibe."
Hemo her wiha diyar kir, ji ber vê derengketinê, ew neçar in karkerên nû bigirin û careke din genim bar bikin, ku ev jî tê wateya mesrefeke zêde ya li ser milê cotkar.
Piraniya berhemê genim ê îsal hêj li gundan û li ser rûyê erdê maye. Biryara sîstema "platformê radestkirinê" ya îsal ne li gorî daxwaza cotkaran bi rêve diçe û bûye sedema ziyaneke mezin a darayî.
Cotkarên deverê daxwaz dikin ku rêveberî û aliyên peywendîdar bi lez dest bi wergirtina genim bikin û rê li ber vê ziyana ku her roj zêdetir dibe bigirin.